101 Çîrokên Kurdî Şîrove, Rexne û Nirxandin
Kurte
Rexne, nirxandin û
şîroveyên zanistî li ser çîrokên kurdî zêde nehatine kirin. Ev berhem berhemeke
ku di qada xwe de yekem e ku bi rengê şîrove, rexne û nirxandin li ser çîrokên
kurdî hatîye kirin. Di berhemê de 101 berhemên çîrokên nûjen yên kurdî hatine
nirxandin. Berhem ji 592 rûpelan pêk tê.
Nivîskar bi rê rêbazên
zanistî berhema xwe amade kiriye û bi wî rengî pêşkêşî xwînerên xwe kiriye.
Nivîskar tevî rexne, nirxandin û şîroveyan, di dawiya her berhema hatiye
nirxandin de, puan dide ziman, edîtorî, estetîk, honandin, weşanxane û hwd.
Xwîner hem bi wan pûanan hem rexne, nirxandin û şîroveyan, der barê berhemê de
digihîje agahîyeke gelek baş.
Ji bo nasîna pirtûkên
çîrokan yên kurdî ev berhem berhema herî baş e ya ku heta niha hatîye çapkirin.