
Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî Yê Helbesta Kurdî
Özet
Peşêw yek ji stûnên dîyar
ên helbesta kurdî ye û ji bo têgihîştina helbesta kurdî nasîna wî pêwîstîyek e.
Lê Peşêw ne tenê bi hunera xwe, bi helwesta xwe ya ronakbîrane jî xwedî
pêgeheke giring e. Ji ber vê ye ku wek siwarçakekî meydana kurdayetîyê li ser
tixûbên herî berfireh ên huner û ronakbîrîyê hespê xwe dibezîne û navê xwe li
tenişt navên Xanî û Hacî dikole. Lê ev tenê alîyekî wî ye, bi alîyekî xwe yê
din jî noqarekî wêrek ê deryaya evînê ye ku dersa xwe ji Cizîrî û Nalî
wergirtîye û hevîrê wan bi heveyna serdema modern straye. Ji vî alîyî ve Peşêw
hem dibe dengekî zelal ê nasnameya me hem jî birçîbûna ciwanîperestîya me bi
gotinên xwe yên sêhrawî têr dike. Bi vê dubaskîyê ne êşên takekesî di nav
derdên nasnameya neteweyî da ji bîr dike ne jî di nav gerîneka fikarên takekesî
da xema hevbeş paşguh dike.
Ev monografîya li ber
destê we yekem xebat e ku li Bakurê li ser Peşêwî hatîye nivîsîn û em hêvî
dikin rê li ber xwendevanên bakurî veke da ku “Peşêwê Mezin” baştir binasin û
li ser dika wî ya bilind destê xwe dirêjî berên edebîyata kurdî ya paşerojê
bikin. Lewra nifşên îro û paşerojê bê xwendina Peşêwî û bê ku haya wan ji
hunera wî ya bilind hebe dê nikaribin “alaya kelamê mewzûn” li ser banên
bilindtir biçikînin. Lewra Peşêwî asta hunera helbesta kurdî berz kirîye û her
kesê ku vê astê fam neke û negihîje pê dê nikaribe cihekî resen ji xwe ra peyda
bike. Jixwe nerîta edebî ji hilmijîna pêşîyan û hewla xwerizgarkirina ji bin
sîbera bavên kanonîk wêdetir çi ye? Hilmijîna Peşêw asta şagirdîya nişfên îro
dê bilindtir bike û ji bo peydakirina deng û rengê wan dê ji wan ra bibe
çavkanîya îlhamê.