Abşûran
Kurte
Dîyar e Dervîşîyan di van kurteçîrokan de qala zarokatîya xwe dike. Bi
Abşûranê dest pê dike ku di nav kurteçîrokên wê de Eşref hêj xwendekarekî
dibistana navîn e. Alema wî Abşûrana (çem) ber derê mala wan, sekitîna seyan,
xwedîkirina pisîkan û nehsîyên zarokên mehela wan e. Hêvîya wî xwarineke xweş û
lîstikeke bêserûber e. Arzûyên wî hêj tam nebişkivîne û xwe nedane der. Digel
vê Eşref tenê behsa alema xwe bo me nake di Abşûranê de. Bi qasî wê, alema
mezinan jî nîşanî me dide ku ew di nav tirbe, dia, nivişt û pêlên hejarîyê de
her li ser tatika şûr in. Eşref, Ekber, Esxer ku her sê karakterên kurteçîrokan
in; alema wan bi qasî çîyayê Bêsitûnê ji alema dê, bav, xal û bapîrên wan ango
mezinan dûr e. Herçiqas Eşref weku vegêrek di van çîrokan de qala zarokatîya
xwe bike jî mirov pê dihese weku kamerayekê li derdor, malbat û civaka xwe jî
temaşe dike û ji me ra bi çavê zarokekî behsa wan dike an jî rexne dike. Belkî
jî Dervîşîyan dixwaze vê nîşanî me bide ku Eşref bo wî tenê temsîlkarek e.
Helbet çavên rexneyî yên Eşref tenê di Abşûranê de me zûr nahêle li ser van
nelihevkirinên xwe û civakê. Ew her ku mezin dibe, Dervîşîyan jî li gorî temen
û hîsiyata wî perspektîfa wî berfireh dike ta ku xwe digihîne nûciwanîya wî.