Agirê Ku Bi Mala Me Ketiye
Kurte
Agirê ku bi mala me ketiye yê ev
pirtûk behsa wî dike, agirê bişaftinê, yê asîmîlasyonê ye. Helîm Yûsiv xwe dide
ber siya vî agirê ku roj bi roj gurtir dibe û dinîvisîne. Bi van gotar,
helwest, nivîs, nirxandin û gernameyên xwe rewşa nivîskarî, weşangerî, werger,
rexne, siyaset û çand, wisa jî têkiliya wêjeyê û civakê bi mînak û serpêhatiyan
li ber çavan radixîne. Herweha gereke ber bi destnîşankirina wêneyê wêjeya
kurdî di dîmenê giştî yê wêjeya cîhanê de ye. Ji bilî gelek agahdariyên di
derbarê çalakî, kesayet, pirtûk û bûyerên van bîst û pênc salên dawiyê de. Ev
pirtûk di qadên wêjeya kurdî ya vê serdema me de rêwîtiyeke wisa ye ku, her
kesê têkildar merema dilê xwe tê de dibîne. Ji ber ku zimanekî şayîk û
naverokeke zelal hatine cem hev, her xwendevan dikare bibe hevparê vê rêwîtiya
cihêreng.