Antolojiya Edebiyata Kurdî - I
Özet
Heke meriv rewşa zimanê
kurdî ya sedsala bîstemîn bîne ber çavan; hingê meriv dibîne û têdigihe ku
pêrgî gelekî astengî, qedexe û zordariyê hatiye, tevî vê yekê jî meriv lê
dinihêre ku nivîskar û şahîrên kurdî, di her şert û mercî de, bêrawest, di nava
geremol û dijwarî; di bin gef û tehdîdên hewçend giran yên serdestan de her
berhem afiandine û her weha nîşan dane ku zimanê kurdî bi qîma xwe tê û ew ne
kêmî zimanên cîran û biyanan e.
Uzun, di destpêka
sirgûniya xwe de, wextê ku yek ji gerînendeyên kovara Kurdistan Pressê ye,
hewcedarî bi lihevkomkirina nivîskarên kurd yên her parçeyî û bi danasîna wan,
berhem û xebatên wan yên edebî aniye û dest bi xebatê kiriye. Her ku çûye ev
xebata danasînê qulipiye ser fikreke kûr û qehîmtir. Piştî tevlibûna xebata çend
salên din, ev antolojî hatiye pê. Ev xebata dûr û dirêj, di tarîxa nêz ya
Edebiyata Kurdî de, gav û tevgereke gelekî berbiçavtirîn e, ji bo ziman û
edebiyateke kevnare dikare bibe hereketeke gelekî nû û nûjen.
Antolojiya Edebiyata
Kurdî, ne bi tenê berhemên nivîskar û şahîrên kurd dide nasîn, her weha ew bi
her awayî pirekê di navbera nivîskar, şahîr û xwendeyên kurd de ava dike û wan
her nêzîkê hevûdu dike.