Arşîva Bîra Kurdan
Kurte
IKMG (Koma Medyaya Serbixwe ya Kurdî ) bi armanc û vîzyoneka mezin ji bo bi zimanê kurdî berhemên zanistî û girîng ên bi kalîte bên afirandin di sala 2010an de bi weşandina rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî dest bi xebatên xwe yên weşangerîyê kir. Weşandina rojnameyeka navneteweyî ya wekî Le Monde Diplomatique Kurdî ji bo weşangerîya kurdî gaveka gelek girîng bû.
Le Monde Diplomatique kurdî li ser hev 48 hejmar derketine, 30 ji wan wekî matbû, hejmarên piştî wê jî wekî dijîtal derketin.
Arşîva Bîra Kurdan, ji 17 gotarên dûr û dirêj ên li ser pirsa Kurd û Kurdistanê ne ku ji arşîva Le Monde Diplomatique a fransî hatine hilbijartin. Û ji alî redaksiyon û wergerên Le Monde Diplomatique kurdî hatine wergerandin bo kurdî. Gotarên têde li ser mijara kurdî ya ji salên 60î heta salên 80yî ne. Gotarên gelek nivîskar û lêkolînerên bi nav û deng yên wek Jean Pierre Viennet, Chirs Kutschera, Anna Helena Gha- semlou, Elizabeth Picard, Christiane Moore, Kendal Nezan û hîn gelekên din di vê pirtûkê de cih digrin.