Avesta Nivîsên Olî Yên Ariyan Ên Herî Kevnar
Kurte
Avesta, kitêba Zerdeşt û
komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye ku li gor hin çavkaniyan di
destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û
ji ber sedemên cuda, gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi
navên Gehan, Yesne, Yeşt, Vendîdad, Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her
yekê re defterek tê gotin. Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas
nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn,
peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî
hevreh e) pêk tê. Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan "zanînname"
tê zanîn. Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek
bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe
ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela
ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû
beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî
berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û
mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di
mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike.Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li
bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.