Bacanên Pelçiqî
Qey!
Qey
mirov wiha diqede… Qey destê însên wiha ji guliyên daran diqete… Qey hundirê
însên wiha dibe kîsek arvanê ku mişt sipî bûye… Qey mirov wiha dibe yeka ku
heger hilfire û ji bo wan xwe bikuje jî, di çavên dê û bavê xwe de, ji ber ku
keçik e, nabe beranberî birê xwe… Qey mirov wiha piçik piçik bedena xwe ji xwe
re dike qebr û tê de vedizele… Qey mirov wiha Xwedê lê dixe… Qey mirov wiha ro
bi ro kort dibe… Qey mirov wiha ji bo ku li ser erdekî polayî kulîlk bibişkuvin
li dû hêviyeke beradayî ruhê xwe dike trêneke ku wagonên li dû wê giş pê re
xayin ketine… Qey mirov wiha qeşa digire… Qey mirov wiha dibe qeşmera ber destê
qedera xwe… Qey mirov wiha dibe miriyeke mezelan a ku kefenê wê têra wê nake û
tu kes tune ye ku ji bo cara dawî ji bo wê qêmîşî du quriş û nîvan bike… Qey
dinya wiha dibe gur-xane, kûçik-xane, mar-xane, kurm-xane, êş-xane, xayin-xane,
bê-bav-xane, kî-bi-kê-dikare-xane,
tu-tişt-ne-hêja-ye-ku-mirov-xwe-ji-bo-kesekî-biêşîne-xane,
heger-menfaeta-te-tê-de-tune-be-bila-her-tişt-qir-bibe-xane…
Qey!!!