Bavê Min ê Mitirb
Kurte
Erê... Heger aniha ev
dêya min be, way diçe mala xwe. Lê belkî dêya min neçûya malê û berê xwe
biguheranda ber bi perê bajêr ve bimeşiya. Belkî biçûya heta mala Zeryayê. Û
tew belkî berê, wê û zirneciyê xort ê mitirb soz dabûna hevdu û li wir hevdu
bidîtana, belkî di wê tariya ku ketiye erdê de Zeryayê çayek ji wan re çêbikira
û bi kêf vexwarana. Û piştî wê, bi lezgîni bihata li deriyê textînî ku ser wî
sackirî bixista û dapîra min Îkramê bihata derî li qîza xwe vekira.... Belê...
Li pey xeyala dêya xwe di nav çarşiya bajarê F’yê re hatibûm li ber mala xwe
sekinîbûm, ew mala ku deh salan ez tê de bi dapîr û kalikê xwe re bê navber
jiyam, dû re çûm lîseya bi razanî ya dewletê...
* * *
Di romana “Bavê Min ê
Mitirb” de: tebeqeyên jiyana civakê, ya kesan û girseyan, hevberkirina dem,
cih, war û bajarên du welatan; vederkirin, cudadîtina mirovan a ji civakê û
evînên bikeresat, di pêvejoya windabûn û gera li kesekî mitirb de, bi vegotinên
cuda dibin yek û bi pênûsa M. Çiya Mazî derdikevin pêş çavan.