Belkî Îşev Binive
%20İndirim
128,00 TL
160,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare45
Fiyat
160,00 TL + KDV
*128,00 TL den başlayan taksitlerle!
Murat Bayram şerê
bajaran ê 2015-2016an wek rojnamevan ji nêz ve şopand, bo medya navnetewî xeber
çêkirin. Şahidiya gelek tiştan kir. Tiştên ku nedibûn xeber, bermayiyên şer bi
kamera û qelemê qeyd kirin û di kitêbekê de civandin:
Belkî îşev binive.
Murat Bayram 10 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Wî salên 2015-2016ê, li
navçeyên Sûr, Farqîn û Liceyê yên Diyarbekirê, navçeyên Cizîr, Silopya û
navenda Şirnexê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser qedexeya derketina
derve ji bo medyaya navneteweyî nûçe nivîsîne.
Bayram ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle
East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivîsîne û wergêrî kiriye.
Bayramî demên qedexe heyî û piştî wan deman li cihên bûyerê wêne girtine û hin
ji wan wêneyan digel çîrokên wan li vê kitêbê civandine. Wî çîrokên nûçeyan bi
awayekê edebî honandiye, bi vê yekê jî ev kitêb nimûneyeke rojnamegeriya edebî
ye. Ji bilî çîrokên nûçeyan wî cih daye çîrokên rojnamegeran yên bi nûçe û
bûyeran re jî.
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!