Bendname - Li Ser Ruhê Edebiyatekê
%21İndirim
122,09 TL
154,55 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare42
Yazar
Remezan Alan
Sayfa Sayısı
279
Kitap Adı
Bendname - Li Ser Ruhê Edebiyatekê
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13.50 x 21.00 cm
Basım Yılı
2013
ISBN
978-605-64331-9-1
Fiyat
154,55 TL + KDV
Kurte
Bendname, di warê edebiyata kurdî de dilxwazê nîqaşekê ye. Carna vê yekê bi mijarên girîft carna jî bi yên ku zêde nehatine rojevê pêk tîne û bang li xwendevanên xwe dike ku tevlî vê nîqaşê bibin. Berhem, kêşeyên bingehîn ên rexneya edebî ya îroyîn; wek mêtinkarî û edebiyata netewî; ezmûna modernîteya derî Awrûpî û têkiliya edebiyatê; pêywendiya navbera nivîskar û îqtidarê; barên kolektîf ên nivîskarê kurd; di bin vî barî de carna zeîfbûna estetîkê; mezaxtina edebî û şertên piyaseyê ji bo nîqaşa îmkan û kelemên edebiyata kurdî bi kar tîne. Lewma analîzên tê de bi qasî zanista metnê û rêbazeke guncaw, di xwe de wan şert û mercên civakî, siyasî û dîrokî yên ku rengek dane metnê jî dihewînin.
Ev yek jî rê li pêşiya rexneyeke pirhêl a înterdisîplîner vedike. Dema li ser ruhê edebiyatekê difikire û dixwaze çend kelaman bike, cardin tîne bîra me ku di nav şertên heyî de avakirina edebiyateke resen û astbilind çi qas ciddiyetek û karkeriyeke giran dixwaze. Lê qedrê wê yê ku ber bi çêbûna metneke sereke ve diçe, dê bibe rêberek jî ji bo nifşekî ciwan ê ku îro di warê ziman û edebiyata kurdî de perwerde dibe.
İstanbul, 2013
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!