Alışveriş Sepeti
Sepetinizde ürün bulunmamaktadır.
Kurte
Berga sêyem a hemû
dîwanên Abdulla Peşêwî ku di bin sernavê Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê de
hatîye komkirin ji her sê dîwanên wî yên Berew Zerdeperr (Ber bi Zertavê),
Pirêskey ‘Aşiqêkî Zigmak (Boxçika Aşiqekî Zikmak) û Dîwanî Birakujîyê (Dîwana
Birakujîyê) pêk tê. Di helbestên vê bergê de ji bilî evîn û kurdayetîyê
xwendevan dê rastî xema kûr a Peşêwî bên ku li hember pîrî, mirin û rewşa xirab
a netewe û welatî derdibire. Ji ber vê me guncaw zanî ku navê vê bergê bibe
Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê.