Beriya Mêrdinê
Ji kitêbê
… Gelekî pesnê Mîr Celadet dida, nexasim derheqê guhdana wî bi keça wê Useyme Xan re. Pêde diçû û digot; Mîr Celadet nayê jibîr kirin. Rehmetî gelekî xwe diwestand ta ku hejmarek ji kovara Hawarê diweşand. Gelek alozî didîtin. Ji ber ku niviskar nebûn, yên ku hebûn jî bi tipên erebi dinivîsandin û ji rehmetî re rêdikirin. Mîr bi tena xwe nivisên wan diguhertin tîpen kurdî- latînî – û ji bo çapê amade dikirin. Ji bilî westandin û dijwariyên weşandina Hawar û Ronahiyê, em di rewşeke aborî ya xerab re derbas dibûn. Tevî ku gelekan ji dost û hevalên me divîbûn arîkariyê bi me re bikin, lê rehmetî razî nedibû û arîkariya kesekî qebûl nedikir, bi tenê bi arîkariya hevalên xwe yên Nêçirê Hisên Beg Îbeş û Elî Axa Zilfo razî dibû…
… Berê, dema ku ez dûrî gund diketim çendî min bêriyê dikir. Bêriya bestên wî, bênderên wî, cihê wî rezê me, yê ku tiştek jê nemaye. Çiqasî min bêriya gundiyan dikir, beriya wê hewşa me û xaniyê me yê ku ez di wî de hatime dinyayê…
... Her ku diçûm gund, hildikişyam ser xaniyê me, min li çar hawêr li kûr û dûr mêze dikir, bi taybetî li Serxetê, Gundê Menderê, Zorava, Qesra, Sarincê, Sirêçkê, Çûva. Min li otomobilên ku di ser rêka Hevîrmêş re derbas dibûn, temaşe dikir. Pêleke baş li ser xanî dimam, cixareyek, du cixare dikişandin. Paşê, dadiketim cem xizm û karên xwe yên ku li gund mane.