Berxwedana Êla Xalta û Mîrzikê Zaza
Özet
Lêkolîna me di derheqê
berxwedaneke eşîrên Kurdên Êzdî ya mîrgeha Xalta de ye. Di wextê da mîrgeha
Xalta di nav Kurdistanê da mîrgeheke Êzdiyan ya mezin û bi hêz bûye.
Xaltî,
federasyoneke eşîrên Êzdîyan ne; heta niha jî eşîrên Qizilî, Niqîbî, Xendeqî,
Berekî, Anqosî û hinekên din xwe wek Xaltî binav dikin.
Dema ez zarok bûm, rûspiyên gundê me
di odeya me da diciviyan, çîrok digotin, li ser gelek babetan diaxivîn, digotin
qebîla me, ya Bela jî Xaltî ne. Navê çend qebîleyên din jî didan, ku di nav
Êzdîyên Ermenistanê da hebûn (navê wan bîra min da nemane). Niha Xaltî, wisa jî
li der-dorê Wêranşeherê, li Şengalê û li Şêxan jî hene.
Ezdiyên Xaltî dibêjin ku peyva
Xaltî navê eşîrê, yan qebîlê nîne; Xaltî navê war e, cî ye. Eger navê war e,
wisa ne navê herêma wan, welatê wan Xalta bûye. Lê li ku ye ew welat yan herêma
bi navê Xaltî?