Bi Ser Kurdistanê De Seferên Temirlengiyan
Kurte
Temirleng dewleta xwe li Maweraûnehrê qasidi kir şûnde bi bakur de, bi rojava de, bi başûr de gelek seferên leşkeri pêk anîn. Eşkereye ku armanc û sedema van seferan talana xelkê bû. Kijan welat dewlemend bû û çavê wî dibirrî, bi ser wan welatan de diçû, dagir dikir, talan dikir, malê emanê werdigirt û komkuji pêk dianî.
Kurdistan û Rojhilatanavin pir dewlemend bû. Lê gerek ewili Xoresan, Sistan, Mazenderan, Kirman, Şiraz, Fars, İsfehan, Ezerbêcan û Lorîstan dagir bikira paşê Kurdistan, Sûriye, Ermenya, Gurciya û Anatolya. Hin Misir ji di rêzê de bû.
Temirleng di navbera salên 1380yî û 1404a de bi ser Rojhilatanavîn, Kurdistan û Anatolyayê de gelek seferên dijwar, talanker, komkujerî pêk anîn. Berêberê Xoresan û Sistan dagir kir, di pey re Mazenderan, Ezerbêcan û Lorîstan dagir kir. Paşê Faristan ji desthilatdarî de xist û dagir kir. Êdî rîya seferên Kurdistanê, Qafqasyayê, Iraqê, Anatolyayê û Sûrîyê amade bû. Emê bibînin ku di seferên xwe de nîvê pir li Kurdistanê geryayê.