Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê

%20İndirim
240,00 TL
300,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare2942
Yazar
David Aberbach
Sayfa Sayısı
336
Kitap Adı
Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê
Çevirmen
Ji ingilîzî: Fahriye Adsay
Fiyat
300,00 TL + KDV
*240,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Ev kitêb bi dû jiyan û şiîra Hayim Nahman Bialik (1873-1934) dikeve di nav peywenda edebiyata neteweyî ya Ewropaya navbera Şoreşa Fransayê û Yekem Şerê Cîhanê û destnîşan dike bê çawa vejîna ibranî wek zimanekî axaftinê han daye û alîkariya afirandina çandeke ibranî ya modern a neteweyî kiriye. 

Nivîskar bi paşxaneya Bialik a li Împaretoriya Çarîst dest pê dike û bêhêzbûna cihûyan îzeh dike di peywenda Ewropaya Rojhilat a dawiya sedsala nozdemîn de. Her ku antî-semitîzm xurt dibû, Bialik li ser bingeha Kitêba Pîroz û nerîta xexaman bi şiîrên neo-pêxemberane, şiîrên evînê, şiîrên ji bo zarokan û şiîrên gelêrî xitabî tatêlên cihûyan kir û di nav tevgera îbranî ya neteweyî de derket pêş. Ev kitêb wergera gelek şiîrên temsilî yên Bialik jî pêşkêş dike. Ligel vê, çendîn şairên neteweyî yên Ewropayê jî tên nirxandin, mîna ji Yewnanistanê Solomos, ji Polendê Mickiewicz, ji Ukreynê Şevçenko, ji Sirbistanê Njegoš, ji Meceristanê Petőfi û ji Ayrlendê Yeats. Aberbach angaşt dike, Bialik, wek şairekî cihû yê neteweyî, him di warê siyasî him di warê çandî de nikare bê famkirin bêyî cot-peywenda neteweperweriya cihûyan a qedîm û neteweperweriya ewropî ya modern.

Ev kitêba ku bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin wê bala wan kesan bikşîne ku li ser neteweperweriya ewropî ya modern, edebiyata ibranî, dîroka cihûyan û antî-semitîzmê dixebitin. 

David Aberbach Profesorê Emeritus ê Ibranî û Xebatên Berawirdî ye li Zanîngeha McGill, Montrealê û Mêvanê Şerefê ye li Înstîtuya Jîngehê ya Guherînê ya li Oxfordê. Surviving Trauma: Loss, Literature, and Psychoanalysis(1989); Charisma in Politics, Religion and the Media (1996); National Poetry, Empires and War (2016); û Nationalism, War and Jewish Education (2018) hin ji kitêbên wî ne.


Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê bijare2942
Bialik, Tewrad û Edebiyata Neteweperweriyê

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.