Carek Ji Caran - Çîrçîrokên Kurdî
Özet
Çîrçîrok, dinyaya xeyalan
rengûreng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan, peyvên nû
hîn dibin, bi zimanekî dewlemend dikarin bi rêk û pêk xwe îfade bikin. Hêza
raman û hestên xwe bi çîrçîrokan dimelînin û dikemilînin. Hunera hizirkirina
jiyana nedîtbar bi çîrçîrokan geş dikin. Pêwîste ku hemû dê û bav ji zarokên
xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan di
navbera dê, bav û zarokan de danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe. Di vê
pirtûkê de 20 çîrçîrokên Kurdî hene.
Kêç û Mûrî
Carekê cebarekê,
Xwedê û pêxember
qerarekê,
Kûsî rabû ser serê
darekê.
Erd hejiya dar leqiyan,
Kûsî ket her du çavên wî
rijiyan.
Kûsî kete gelek gemiyan,
Li dinyayê geriya, li
behra reş wergeriya,
Mişk û mar li hev
civiyan.
Hinekan go “axiriya dewrê
ye.”
Hinekan jî go “na ne
axiriya ne dewrê ye,