Cengnameya Mihemed Henifi
Kurte
Cengname di nava milletên
musliman da cûreyekî edebî yê gelek berbelav e. Di serî da li ser Hz. ‘Elî û
hinek sehabî an jî mensûbên ehlî beyta Hz. Pêximberî (s.x.l.) gelek vegêran û
menzûmeyên şer û mêrxasîyê hatine vehandin. Di seranserî cîhana Îslamî da ev
reng cengname hatine nivîsîn û vegotin. Berhemên vê cûreyê ji qedîmen di nava
Kurdistanê da werareke baş girtîne. Çi nivîskî çi jî zarekî li ser serhatîyên
Hz. ‘Elî û şexsîyetên wekî wî gelek vegêranên pexşan û menzûm di nava kurdan da
dihatine gotin û xelkê jî bi keyfxweşî guhdarîya wan dikir. Yek ji van
cengnameyan, Cengnameya Mihemed Henîfîyê kurê Hz. ‘Elî ye ku li Kurdistanê
gelek belav e. Bi gelek şêwezarên kurdî Cengnameya Mihemed Henîfî hatîye
vegotin. Di vê xebatê da numûneyeke Cengnameya Mihemed Henîfî ya bi kurmancî
hatîye vehandin û taybetî li deverên Berferêtê bernîyas û berbelav tête
pêşkêşkirin.