Çîrokên Jinên Dilşikestî

%20İndirim
120,00 TL
150,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare2507
Yayınevi
Avesta Yayinlari
Yazar
Suzan Samanci
Sayfa Sayısı
112
Kitap Adı
Çîrokên Jinên Dilşikestî
Ebat
13,0 x 19,5 cm
Basım Yılı
2021
ISBN
978-625-72532-2-2
Fiyat
150,00 TL + KDV
*120,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Eger ji zagonên Swissreyê nebûya, van mêrên pazû werimandî dê dinya  bi sere me de xera bikirana! Tu dibe qey jinê jêhatî û zîrek, bavê wan kûştin e! Gelawêjê bi dengekî melûl digot:

 

“Min ji mêrê xwe yê yekem hez nekir, lê ez neheq nebûm, ew şofêrê tirê bû, bi mehan nedihat malê, ez jina teze çavê min hertim li riya wî bû, îcar dema ku dihat male jî daîm betilî bû, deng jê dernediket, nedigot, him ne digot, gûm! Qey li ser rêyan îşê xwe bi qehbikan diqedand û taqet tê de nedima.”

 

Merê wê bi devê xwe gotibû;

 

“Ez çi bikim, mecbur im!”

 

Dema qehbikên li ser rê diketin bîra Gelawejê, ji mêrê xwe diçixiya, digot:

 

“Destên xwe nede min, dilê min te naxwaze! Eger tu li şûna min bûyayî tê yê ez qebul bikirame?”

 

Piştî wan gotinan radiheje darekî û li Gelawejê dixe û jê re dibêje:

 

 “Hey qîza kerê, ez mêr im, lê tu kevnek jin î!”

 

Hingê Gelawejê xwe avêtibû mala Pakîzê, êdî nedixwest vegere malê, jixwe merê wê jî ew qebûl nedikir.

 

Pakîze li weqfa mafê mirovan dixebitî, li taxa lê dima jinan qedir û qîmeta wê dizanibûn, lê mêran him fikara dikirin, him gelaciya wê dikirin, digotin:

 

“Pakîze mala mirov xera dike!”

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Çîrokên Jinên Dilşikestî bijare2507
Çîrokên Jinên Dilşikestî

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.