Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî
Özet
Pirtûka kû nîviskarê wê Êzdînas Kemal Tolan e, wek navê xwe li ser “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” ye . Pirtûk 320 rûpel e û xebateke pirralî ye. Pirtûk tev bi reng e. Hem bi karton hem jî berga bi cîld hatiye çap kirin
Weşanxaneya me berê jî 6
pirtûkên Kemal Tolan Çap kiribû.
“Danasîna Dîroka Welatê
Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî”
Ev pirtûk -her wekî ku ji sernavê
wê jî diyar e- bi awayekî kitekitî, bi çavkaniyên nivîskî û zindî behsa dîroka
welatê Xaltan dike. Xalta kê ne, ew li ku dijîn, têkiliya wan Ûrartûyan heye an
na, ev êla Kurd a kevnar di kîjan serdemên dîrokî de tên dîtin û ew li ku belav
bûne, navê wan di nav gel û xwezayê de heye an na?.. Di pirtûkê de ev pirs û gelek
pirsên di derbarê Xaltiyan de tên bersivandin. Zoro Axa kê ye, ji ku ye, wî
koçî ku deran kiriye, endamên malbata Zoro Axa kê ne, ew ketine kîjan şeran?..
Herwiha ev kesayetê girîng jî bi vê pirtûkê bi her awayî tê nasandin û êdî
dikeve bin qeydan. Tolan di destpêka pirtûkê de kelecana xwe wiha îfade dike:
“Ez vê berhema xwe ji bo tevaya wan keç, law, dê, bav û kalên me Xaltiyan
dikime diyarî…”
Kemal Tolan di vê pirtûkê de cih
dide gelek wêne û nexşeyan, vegotina xwe bi van wêne û dîmenên hêja dixemilîne.
Tiştekî balkêş ê din jî ev e ku Tolan 16 rûpelên dawîn ên pirtûkê bi çavkaniyên
cûr bi cûr tijî kiriye. Ev jî nîşan dide ku xebata wî bi kedeke têr û tijî
hatiye amadekirin.
Her wiha Xerzî Xerzan û Egît Yazar bi nivîs û lêkolînên
xwe piştgirî dane vê xebatê. Kemal Tolan
gelek serpêhatî, stran, anekdot û bîranînên cûr bi cûr berhev kiriye û tevî
pirtûkê kiriye.