Defterên Perrîdankan

%20İndirim
176,00 TL
220,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare526
Yazar
Ciwanmerd Kulek
Sayfa Sayısı
255
Kitap Adı
Defterên Perrîdankan
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,0 * 19,5 cm
Basım Yılı
2014
ISBN
978-605-90820-6-8
Fiyat
220,00 TL + KDV
*176,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte


“Dema min ew nivîsand, navekî wê yê dîku min lê kiribûLi Pişt Behrên Dûr bû. Li paytexta welatekî giravî (dorgeyî) ku ne tenê bi behrên bê ser û dawî, bi hal û hewalên xwe jî  li derveyî dîrokê mabû û ji cîhanê qetiyabû, çîrok û serpêhatiyên têvel bi formên xwe yên têvel tevnek raçandibûn. Li ber çîrokû meseleya giştî û serdest a banî a li vî welatî evan take-hikayetên xweser çawa dikaribûn hebûnan, bi destpêk û dawiyên xwe li navendeke gerîde û bê teqezî bigunciyanan? Di maweyeke ku her roj gelekên me bi vî rengî serf dikin de, di ciyekî ku insanên herî dûrî hev nêzîkî hev dibin, li ciyekî ku di bêtemasiyê de temasek, di temasekê de jevcudabûnek pêk dihat û evêya bi ger dixist de, qehremanên min dihatin ba hev û her yekî ji tûrikê xwe tiştek derdixist. Otobêsa ku her yek ji qonaxekê lê siwar dibû-mîna ku ji ciyekî dest bi çîroka xwe bike- û li qonaxeke dî dadiket –mîna ku çîroka wî li ciyek yan demeke dîtir biqede- vediguherî gundên hebûn, veguhestin û tenêtiya mirovên serdema hevçerx, mîna cihê honak û tevna jiyana mirovên îro. Her parçeyekedi vê kitêbê de mîna her paldankek û her rêwiyekî nêzîkî hev e û bêhna hevdu dike, tevî kudi heman demê de ewqasî jî dûr î hev e, ji hev diqete. Sercema paldank û rêwiyan çiqas otobês bi xwe bin û çiqas ji wê kêmtir yan wêdetir bin, çîrokên wan jî ewqasî di bin hukm û rista du vegotinan dene, ku yek a miriyekî û yek a zarokekî ye û herdu jî bi mezinî û biçûkatiya xwe reng ji hevdu vedidin. Di dawiya dawî de waqi‘e ne ewqasî dûr, belkî ji hemû behrên cîhanê nêzîktirî Kurdistanê ye.

Ez di vê baweriyê de me ku evê çap û versiyona nû a Otobêsê, a ku bi rêtûş û revizyonên nû hatiye bihêzkirin, dêrengînî, dewlemendî û têveliya vê kitêbê careke dî û ji berê xurttir derxe meydanê.”

Avesta, di çarçoveya ji nû ve çapkirina hemû berhemên Ciwanmerd Kulek de, evê berhema ku tekeziyeke dîtir dike li ser navend û peywendê di hunera romanê de, bi şanazî pêşkêşî xwendevanên Kurdî dike.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Defterên Perrîdankan bijare526
Defterên Perrîdankan

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.