Demsala Nan
Kurte
Dervîşîyan bi Demsala Nan dixwaze nûciwanîya Eşref raberî me bike.
Eşref, Ekber û Esxer her sê birayên bi hev re mezinbûyî, di Demsala Nan de jî
silavê li me dikin. Eşref her çiqas derbasî lîseyê bûbe jî hêj bi Ekber û Esxer
re zarok, bi ruhê xwe re jî nûciwanekî aşiq, serhildêr, dilsoz û bê tirs e.
Pêlên hez û evînê, pêlên fikr û ponijînê ji dil û aqilê Eşref dernayên di
Demsala Nan de. Ew geh dibe evîndar, geh dibe şoreşvan, geh dibe hevalê Ekber û
Esxer, geh dibe hevxemê dêya xwe. Eşref çiqas ji bavê xwe dûr e, hewqas jî nêzî
dayîka xwe ye bi hest û gîyanê xwe mîna gelek nûciwanên Kurdan… Dê ji bo Eşref
zarokatî ye, bav jî temenmezinî ango mezinatî…
Eşref nûciwanek e di navbera her duyan de, xwe ji hembêza bav bêtir
davêje pêşa dê. Eşref bo me carinan behsa eşqa yekem û hîsa wê dike ku hema
hema herkesî vê bi şikilekî tamijandiye û gelek caran jî veşartiye. Carinan
behsa hesta mezinbûnê dike piştî ku bavê wî ji ber qaçaxçîtîyê tê girtin.
Esil gelek zarok, bi taybetî yên Kurdan weku Eşref zû mezin dibin.
Carinan hêj nagihêjin tahma azadîya zarokatîyê, tu hew dinêrî tofanek bi ser
wan de hatiye û êdî ew mecbûr in bikevin şûna bavê xwe. Eşref jî wisa ye di
Demsala Nan de. Çi di Abşûranê çi jî di Demsala Nan de Dervîşiyan şêwaza xwe ya
mîzahî jî nîşanî me dide. Ew jî baş dizane ku mîzah û rexne destebirakên hev
in. Piranîya rexneyên wî yên ku bi çav û zimanê Eşref radigihîne me di nav
hêma, metafor û honakên mîzahî de veşartî ne. Lê ne mîzaheke çêkirî… Mîzaheke
heyî, mîzaheke realîst e ev.