Deqên Qesas
Kurte
Helbestkar Lal Laleş, bi xebate xwe ya dawî ‘Deqên
Qesas’ peyvê dike bêra vepexirtina bîra me, û her deq’î, her deqê bîra
jibîrbûyî dixe dewla hişê me û dike ku serê me geh li vî dîwarî bikeve, geh li
wî dîwarî .
A seyr ew e ku her du dîwar, bi qasî ku dikarin
bibin ser û binê bîra deqan, dikarin vekin du dîwarên ku li hemû deqan hatibin
hev û nehêlin ku ne bikaribin ji bîrê derkevin, ne jî di bînê bîrê de
biqeliqin, bilivin.
Pêşîyên xweşbêj çendî gotibin ‘Me bext neda bi
text’ jî; Lal Laleş ji nava 24 ‘Deqên Qesas’ 22 Deqan di navbera deqa bext û
deqa text de bi cih dike û piştî Deqa Bextê Reş, me dadihêje binê bîrê:
Lal Laleş ê ku di vê xebata xwe de berê xwe dayê hêsan-vebirîna deqên birîna
bîrê; di birîna bîrê de ji bilî Deqa Kawa; bi yê El Cizîrî, Xanî, Feqî re yê
Celadet Bedirxan û birekî hêjayên din û zeman û jiyana rasteqîn a ku em niha tê
de ne jî wekî deq hildibijêre:
Di nava deqên bijarte de, deqa jor deqeke wisa ye ku li cawê jîyînê vedaye û
jîyan debixandiye.
Li vir, deq xwe ji serwerdeqîyê vediguherin deqeke
li heyatê ketî.
Li gel hemû rengên heyî, rengin hene ku ji
hemarengîyê biwirvetir; li hev vedidin, hev didedibixînin:
Di bendedeqinan de, Lal li gelek cihan bi yek ristê hizirkûrîyek, pirwatetîyek,
wêneyekî berfireh li ber çavan raxistiye:
Piştî evqas tiştên windakirî û çêbûnê çê ji kîsî
Mîr wisa bibêje jî, Lal sûretê axeke bîrbir wisa diwênîne: