
Deryas û Laş
Kurte
“Tu li vir ji kê bipirsî,
tu exlaqê bilind dixwazî an azadiyê? Dê bibêje, exlaqê bilind. Tu kê bibînî û
jê bipirsî tu amade yî ji bo azadiya
xwişka xwe bimirî? Dê bibeje na! Lê eger bipirsî tu amade yî ji bo parastina
exlaq û namûsa xwişk, jin û neteweya xwe bimirî, tu dê bibînî hemû ji bo mirinê
amade ne û serê hev dişkînin.”
Çîroka Rojhilat e ev.
Bextiyar Elî di vê romanê de berê xwe daye vê çîrokê. Çîroka vê derê ku gel
korê xwe ye. Korê halxweşî, dilgeşî, azadî û serxwebûna xwe ye. Mîna Îlyasê
berber ku ‘ji her kesî zêdetir li ber awêne û neynikê rawestiyaye lê ji hemûyan
kêmtir xwe dîtiye.’ Gel ji xwe bawer nake, ji hertiştî bi guman e, hertim xwe
piçûk dibîne, dixwaze pûtan bişikîne lê pûtekî din ji xwe re çêdike. Gel ji
rastiya xwe dûr e, li efsaneyekê digere, ti bîr û bawerî bo wî ne girîng e. Rizgariya
xwe di destê rêberekî, serokeşîrekî an fermandarekî payebilind de dibîne bo
îbadetê jê re bike. Şer, pevçûn, dizî, gendelî ne di bala vî gelî de ye. Her
karî bi korayî dike û belkî jî ev korayî ye sedema bindestiyê. Welatekî wisa ku
di dawiyê de karê dîroknasan tenê jimartina cenazeyan e.
Herwiha “Deryas û Laş”
hinekî siyaset, hinekî dîrok, hinekî şoreş e bi vegotineke îronîk. Vegotina
Rojhilat ku azadî, huner, afirînêrî û hevkarî lê têk çûye û durûtiyê xwe lê
daniye.