Derza Dilê Min
Kurte
Lehenga sereke Malîn di nav agirê evînê de dişewite. Evîna
ku ji nişkê ve derketiye hemberî wê, tavilê jî jê bi dûr ketiye. Ew bi nameyan
dilê xwe ji Alanê hezkirê xwe re vedike, bi gotinan hezkirina xwe ya bêpîvan
radigihînê û di cîhana xeyal û fantaziyan de pê re jiyaneke pak, romantîk,
erotîk û bêsînor dijî. Lê name yekalî ne.
Gelo name li cihekî dialiqin? Çima Alan bersivê nade?
Malîn li ber Alan digere:
”Tenê du gotinan ji
min re bişîne, çi dibe, ez stûyê xwe li ber te xwar dikim, destên xwe li ber te
vedigirim û parsektiya du gotinan dikim. Serê min bişikîne, destê min bişikîne,
milên min bişikîne, lê ji bo Xwedê Alan, dilê min neşikîne, du gotinan ji min
re bişîne…”
Derza dilê min derzekê li dilê mirov dixe û şopeke kûr li dû
xwe dihêle.