Destana Mîr Mihemedê Eyyubî (1258) Şerê Farqînê Lİ Hember Moxolan
Özet
HEMD JI BO XWEDÊ BE SELAT
Û SELAM LI SER RESULÊ WÎ BE
Her gel û neteweyek xwedî dîrok e. Bi dîroka
xwe dijî. Dîrok tenê ne kêf û şahî ye. Di dîrokê de tevî bûyerên şadimanî û
kamranî bûyerên jandar, cegersûz û biazar jî ne hindik in. Xasma di dîroka
gelên rojhilat de ji bûyerên dilşadî bêtir bûyerên bi jan têne dîtin.
Di dîroka gelê Kurd de
yek ji bûyerên jandar di vê berhemê de cih digire.
Gelî xwendevanên hêja ev
pirtuka di destê we de behsa şerê Mîr Mihemed Kamilê Eyyûbî û Moxolan dike. Min
ev pirtuk bi zimanê kurdî bi nezm nîvîsîye da ku miletê me bizanibe pêşîyên me
ji bo axa xwe, welatê xwe û zimanê xwe çi cefa kêşane. Çendîn mêrxas û gernasên
me ji bo ku em bikaribin îroke li ser vê xakê bijîn û bi zimanê xwe bi axivin
dil û canên xwe gorî kirine.
Ev berhem bîranîn û
qedirdaniya egîd û mêrxasên me ye. Bîranîna bûyerek ji dîroka me ye.
Mîr Mihemed Kamil kurê
Xazî Şehabeddîn e, ew jî kurê Melik Adil e, ew jî kurê Necmeddînê Eyyûbî ye.
Bapîrê Mîr Mihemed, Melîk Kamil kû Melik Adil e, dibe birayê Selaheddînê
Eyyûbî.
Dema kû min jiyana Mîr
Mihemed Kamil ê Eyyûbî xwend û ez agahdarbûm ji berxwedana wî ya herî mezin li
hember Moxolan û hevalbendên wan, min xwest ku ev bûyera ku di dîrokê de pîr bi
qîmet û giranbuha ye û hetanî neha veşartî maye xuya bibe û bête li ser ziman
da ku ji cihet herkesî ve bête zanîn.
Bi emrê Xanê Îlhanîyan
Hulagu leşker Farqînê dorpêç dikin û dixwazin ku Mîr Mihemed Kamil digel
leşkerên wî êxsîr bikin.
Lê belê Ew leşkerên
hatine Farqînê dagir bikin ne leşkerên Moxoliyan tênê bun. Xiristîyan û
Misilman jî bi wan re bun. Weke mînak; Jî Xiristiyanan Gurcî û Ermenî ji
Misilmanan jî mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê hatibûn ser Farqînê ji bo alîkariya
Moxoliyan. Bê guman ev tiştekî gelek sosrete hatina mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê.
Lê belê Ew qehremanê
mezin di gel miletê xwe du sala li farqînê têkoşîn û şerekî mezin li hember
Moxolan û Xiristiyan û Misilmanan dike.
Heta ku êdî ne xwarin ne
jî vexwarina wan namîne. Pîştî xwarin
vexwarina wan di qedê ew goştî keran, pisikan, kuçikan heta dawî çara wan
namîne goştê însanên mirî jî dixwin. Lê
belê ew ebed dev ji berxwedana xwe û parastina welatê xwe na berdin.
Dîrokvan dibêjin eger ne
ji xela û nexweşîya weba ê buna, Moxolî û arîkarên wan ne dikaribûn Farqînê ji
destê Mîr Mihemed Kamil û miletê wê bistînin.
Ev berxwedana wan li her
derê bi nav û deng belav dibe. Xanê Moxoliyan Hûlagû ji kurê xwe Yeşmut re
mektubekî dişîne û dibêje: Min paytexta 'Ebbasî'yan cihê xilafeta Îslamê,
bajarê Bexdayê di şeş rojan de stand, lê eve du sal e hêja te ne karîye bajarê
Mîr Mihemed Kamil Farqînê bistînî. Em
dikarin bibêjin ev berxwedana wan ji dewleta Memlûkan re buye minak ku heta wan
zanîn ku Moxol jî maxlûb dibin..
Armanca me ji nivîsîna vî
pirtukê ev e ku dîroka veşartî derkeve li ser ruyê erdê û xuya bibe. Dê ku
miletê me bizanibe ku di hemû deman de egît û qehreman û mêrxas ji wan hatine û
bayê dîrokê guhertine..
RAMAZAN TEMELKURAN
*****
WEKE TEQRÎZ: ÇEND GOTIN
DI DERBARÊ VÊ BERHEMÊ DE
Hemî pesn, stayiş û
wesfên qenc û şayeste ji Xwedawendê aferîdeyan re be, selat û silav li
Peyamawerê Yezdanê dolavan û heval û hogirên wî be tevî kuflet û zuryeta wî. Ez
sipasiya xwe pêşkêşî cenabê Seydayê Mela Remezan dikim ku derfet daye min ez
van çend gotinên bê qîmet reşbelek bikim tevî ku bi rastî ez ne layiq im.
Di navbera edebiyat û
dîrokê de têkiliyeke xurt heye ji mêj ve. Geh edebiyat di berhemên dîrokî de rû
dane û geh dîrok di berhemên edebî de derketine pêşberî me. Yek ji giramiya vê
berhemê ev e ku dîroka gel di berhemeke edebî de digihêje ber destê peywendîdar
û xemkurên edebiyat û dîrokê.
Her nezm û şi’r ji bo
mebestekê dihê honandin, erkeke xwe heye. Li vir dive em Seydayê Tîrêj û çend
risteyên wî bi bîr bînin ji bo em bikaribin mebesta xwe bi zelalî diyar bikin.
Ma rûmeta şi`rê çiye?
Ned xidmeta millet de bî
Ronahiya şi`rê çiye?
Pesnê welat ku tê ne bî
Çibkim ji wê şi`ra rijî?
Danagre sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî
Çaxê ko cewher tê nebî
Edebiyat û bi taybetî
helbest di ragihandina dîrokê de ji bo avakirina hafizeya civakî û bi avakirina
hafizeyeke civakî ragihandina hizrên neteweperwerî roleke mezin daye ser milên
xwe. Seydayê Tîrêj xwestiye ku vê yekê bibêje.
Ji bo avakirina hafize û
bîrewariya civakê dîrok gelek giring e. Her gel û neteweyek li ser koka xwe
didome, ku ev kok ziman û dîrok e. Ji ber vê, em bibêjin parastina ziman û
dîrokê parastina hafizaya civakî ye ne iddiayek mezin e. Xaleke din ya giramiya
vê berhemê ev e ku ji bo bîr, hafizeya civakî ziman û dîrok parastiye.
Nazimê berhemê Seydayê
Mela Remezan, kesayetekî tebî’et mewzûn e. Bi gotineke din Xwedawend qabilîyeta
honandina şi’r û nezmê bexşî wî kiriye. Nivîskar û nazimekî welûd e, berhemdar
e ku hetanî neha di qadên ciyawaz de berhem nûsî ye. Ji bilî taybetiyên berhemên
wî yên dîtir yekem kese di edebiyata Kurdî de Telqînnameya Miriyan bi nezm
honandiye. Ev berhema dîrokî jî dîsa bi nezm honandiye û pêşkêşî xwendevan û
gelê xwe dike.
Ya rastî ev e ku nazimê
berhemê bi serkeftî ji metnên pexşan berhemeke mewzûn, bi nezm aniye hole. Ev
yek xaleke dîtir ya giramiya vê berhemê ye. Tevî hemû ev teybetiyên ku me li
jor behs ji wan kir bi zimanekî herikbar, bi nezmeke selîs ev bûyera dîrokî û
cegersûz hatiye honandin ku xwendevan di xwendina berhemê de û di têgihiştina
bûyera dîrokî de tu zehmetiyan ewê nekêşin.
Ji bo vê bûyera jandar
derxistiye hole û bi terzeke edebî pêşkêşî me kiriye û her weha ji bo ked û
xemên Seydayê Mela Remezan em minnettar in. Xwedayê dilovan hêz û zanîna wî
zêdetir bike ji bo nivîsandin û honandina berhemên bexşan û mewzûn.
Dr. Nurettin ERTEKİN