Destpêka Romana Kurdî
Kurte
Dema em behsa edebiyata êwra
Kavkazê dikin bêguman em behsa êwra ku di navbeyna salên 1920î û 1991ê de, di
nav tixûbên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) de, li van sê welatan;
Ermenistan, Gurcistan û Azerbeycanê bişkiviye, dikin. Ji ber ku navê erdnîgariya
ku dikeve nav sînorên van her sê dewletên navborî, (Pişt)Kavkaz e. Ev her du
tarîx jî destpêka damezirendina YKSSyê û dawîlêhatina wê ne û teqabulî 71 salan
dike ku ji bo geşedana edebiyata zimanekî demeke pir girîng û biqîmet e. Lê
divê em vê yekê jî wekî nîşeyekî lê zêde bikin ku berhemdariya êwra Kavkazê
piştî hilweşîna YKSSyê jî berdewam kiriye. Wekî mînak; novellaya Ahmedê Hepo ya
bi navê Bawerî di sala 1990î û romana wî ya bi navê Birîn di sala 1996an de;
ango yek beriya hilweşîna Sovyetê û yek jî pîştî wê li Bakûyê hatine weşandin.
Her weha berhemên hin nivîskarên ku ji erdnîgariya Kavkazê ne, li wê derê
hatine dinyayê, perwerde bûne û hin ji berhemên xwe li ser wê axê weşandine,
piştî hilweşîna Sovyetê hinek ji berhemên wan cara ‘ewil li derveyî wê
erdnîgariyê hatine weşandin. Wekî mînak; romana Tosinê Reşîd Mestûre, di sala
2005an de li Hewlêrê çap bûye. Îja ji bo ku cureya romanê di edebiyata êwra
Kavkazê de cihekî girîng digire û destpêk û dergûşa romana kurdî ev êwr e, berî
ku em behsa vê xebata xwe bikin bi qasî ku me tesbît kirin em ê navên romannûs,
roman û novellayên êwra Kavkazê ji destpêkê heta niha wekî lîste li jêr rêz
bikin.