Di Sedsala 19'emîn De Rewşa Kurdan
Kurte
Ew pirtûka ku gelek lêkolîner, pispor û nivîskaran wek çavkanî jê behs dikir û wek referans nîşan dida û hîna jî didin va ye bi kurdî ye. Pirtûka ku ji alîyê A. Xalfîn ve hatiye nivîsandin û di sala 1963'yan de hatiye weşandin êdî li ber destên xwînerên kurdî ye. Berhem ji gelek alîyan ve balkêş e. Carekê xalfîn armanc û çarçoveya xwe pir zelal diyar kiriye û xebata xwe li wê gorê kiriye. Çavkanîyên ku sûd ji wan wergirtiye û bi kar anîne tev ji xwîneran re vegotiye. Gava ku mirov pirtûkê bixwîne mirov ê bi hêsanî pêvejoya amadekirina pirtûkê têbigihîje.
Pirtûk sedsalekê ji dîroka kurdan dide ber xwe. Sedsala 19'emîn. Ên ku kêm zêde ji dîroka kurdan haydar bin, ji bo kurdan girîngîya vê sedsalê dizanin. Ji hêlekê ve pêvajoya netewdewletê dest pê kiriye û bayê wê dewletên ku li ser axa kurdan desthilat in jî, daye ber xwe. Pêvejoya împaratorîyan ber bi dawîbûnê ve diçe. Osmanî û Îran hewl didin ku li hemberî vê pêvajoyê xwe veguherînin û bi wî awayî li ber xwe bidin. Ji bo vê yekê jî hewl didin ku mîrgehên kurdan ji holê rakin. Îngiltere û Rûsya ku li herêmê dagirker in bi hemû qirêjî û bêehlaqîya xwe ve di vê pêvajoyê de cih digirin û gelek bûyer û qewimînên ku li herêmê pêk tên bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne. Ev pirtûk dûr û dirêj vê pêvajoyê vedibêje.
Û di vê pêvajoyê de hêzên ku
dixwazin li herêmê bi cih bibin, hewl didin ku kurdan nas bikin û her hêzek li
gor xwe dîrokekê ji kurdan re dinivîse. Xalfîn ev rastî di pêşgotina xwe de
wiha raxistiye ber çavan: „Di nava rojhilatzanîya welatên dereke û ya me de
Kurdistan zêdetir di hêla arkeolojîyê, etnografîyê (miletzanîyê) û zimanzanîyê
de hatiye vekolandin. Keda pirtirîn di nava Kurdzanîyê de ya zanyarên Rûsayê
ye. Ew bi wê yekê ve tê şîrovekirin, ku sînorê Rûsyayê bi Kurdistanê re heye û
di nav welatê wê de hinek Kurd hebûn. Lewma jî guhdarîya di hindava Kurdistanê
û gelê Kurd de, ku di dehsalên pêşîn ên sedsala 19'emîn de li Rûsyayê pêk
hatiye, ne tenê ji bo karê zanyarîyê bû, lê her wiha seba pêwîstîya sîyaseta
der û hundir bû jî.“
Bi xwendina vê pirtûkê hûn ê tenê
agahîyêh sedsalekê wernegirin, di heman demê de hûn ê rastîya çavkanî û xebatên
der barê kurdan de jî fam bikin. Xalfîn di vê mijarê de wiha dibêje: „Hilbet tê
fehmkirin, ku ev hemû serkanî jî li gorî berjewandîyan hatine amadekirin û
weşandin. Xwedanên wan, amadekar, weşanger rastîya sîyaseta hikumeta
"xwe" ya bindestkirinê di hindava Kurdistanê de "binperde"
dikin, sîyaseta wê hikumetê û paşmayînên wê yên malxerab bi rengê spî nîşan
didin û wê sîyasetê gelek caran eşîretên Kurdan dikir nava rewşeke xerab. Dema
bikaranîna van serkanîyan û çavkanîyan, her wiha dokumentên arşîvan ên
neweşandî, pêwîst e mirov gelekî bi fesal be û bi çavekî rexnegir li wan
binihêre.“
Pirtûk ji alîyê Têmûrê Xelîl ve
ji Rûsî hatiye wergerandin û Weşanxaneya lîsê jî wê digihîne ber destên we. Bi
rastî jî pirtûk bi qasî ku pêdivîyê bi gotinê nehêle balkêş û taybet e.