Di Tarîyê De
Kurte
“Li ber kevîyên dawîn ên jîyanê
meriv tenê pêjna dengê nigên mirinê dibihîze.”
Reşo K. piştî panzdeh salên di girtîgehê de, şeveke tarî digihêje gund.
Tevî ku armanca Reşo K. xwespartina dîwarê mala bavê xwe be jî, ji nişkê ve xwe
di nava çûn û hatinên ku ew tu wateyê nikare bideyê de dibîne. Nebûna mifteya
mala bavê wî, nexweşîya Bapîr K., hal û rewşa seyr a keça meta wî, hezkirîya wî
ya yekemîn, hewaya ku heta dawîya romanê di nava xewnereşkan de derbas dibe.
Fikirîna mirin û nemirinê a ku Reşo K. her dem di nava du cîhanan de digerîne û
bîra hişê wî ya ku di valayîyeke bê zeman û bê mekan de li ba dibe û bûyerên ku
di seqayeke Kafkaeskî de pêk tên.
Bawer Rûken bi romana Di Tarîyê De re berê şêwaz û adanîya pênûsa romannivîsîya xwe dide rêyeke nû. Di vê rêyê de wekî pêşengên berî xwe F. Kafka, S. Beckett, R. Walser derdê wî jî ne tenê vegotina çîrokekê ye, jê bi wê detir hemû xem û xweêşandina wî bi zimanê Kurdî derbirîna tehma metnekî pirhêlî, bêserûber û her wiha metnekî ku zû bi zû dê neyê xitimkirin e.
“Bawer Rûken, bi ziman û şêwaza
xwe nîşanî me dide ku tu serdestî, tu pêkhate û tu kes dê nikaribe
‘şopa ji me maye paqij bike.’” Dilawer Zeraq
“Romanên Bawer Rûken pêjna gerdûnekê radigihînin nava min.” H. Kovan Baqî