
Dinyaya Min a Sar û Germ
Özet
Mîna çiyayekî perên xwe
vekirin. Heçku dê hemû sûskewên dinyayê lê bilûsin û dê hemû destên ku di
valahiyê de qerisîne, pê germ bibin.
Mirov îlem li ber
paxilekê germ dibû û îlem piştek diviya jê re; germ û aram. Da ku tê de binve.
Heke dil biqerise û tîhna wê paxila hezê, wê singa evînê seh neke, li nav doşek
û lihêfên qedîfe her qerisîye, her cemed e her bi sirê dibihûre… Sir dibihûre,
sir digire. Sir diqerêse, dil dike asin, dil dike kevir.
Min dî got: Dinyaya min a
biçûk û germ.. Çimkî Min dizanibû kengî ruhê min li ber ba û sermayê biqerise,
destekî dostane xwe ber min ve dikir. Destê wî dostî.. Wî dostê min ê ji paxila
Simbî mişext bûyî û xwe li ber palên Alpê girtî.
Min piştî bîst salan ew
dît. Sermaya Alpê bi yek carî li min bû honikahiya zozana Berçelan.