Dîroka Navdarên Kurd
Kurte
Baba
Merdox, dîroka arif, alim, edîb, şair, nivîskar, mîrek, siyasetmedar û hwd. ên
Kurd ên li her devera dinyayê bi awayekî birêkûpêk û bi çavkaniyên cûrbecûr
pêşkêşî nezera xwendevanan kiriye.
Baba
Merdoxê Rûhanî, bi mezaxtina nêzîkî nîv çerxê ji temenê xwe, yanê ji ciwaniyê
ta kalîtiyê, di ber berhevkirin û amadekirina belgeyên dîroka navdarên Kurd de
gorî kiriye û di vî warî de gaveke qahîm avêtiye û berhemeke mayinde li pey xwe
hiştiye.
Ev
pirtûka dîrokê ji du beşan pêk tê:
Beşa
Yekem: Der barê danasîna Arif, Alim, Edîb û Şairên Kurd de ye. Ev beş ji du
bergan pêk tê. Bergê Yekem, ji çerxa destpêka Îslamê heta dawiya çerxa 13an e.
Bergê Duyem, ji çerxa 14an û destpêka çerxa 15an heta roja ku me karê vê xebatê
hilda ser xwe di nav xwe de dihewîne.
Beşa
Duyem: Bergê Sêyem jî jinnameya mîrekan û dîroka xanedanên Kurd di xwe de
dihewîne.
Baba
Merdox heta dawiya temenê xwe bi vî karî re mijûl dibe û ta ku êdî ji ber kalî
û nexweşiyê rojekê qelem ji dest dikeve. Her du bergên ewil di xweşiya wî de
têne çapkirin; bergê sêyem ê nîvcomayî jî kurê wî Macid Merdox temam dike.
Wergera
vê berhemê bi bal Kurdî ve, di sala 2000î de li ser daxwaza Mam Feqî Huseyn
Sağnıç ji aliyê Mela Reşîd Irgat û Mela Îsmet Kılıçarslan ve, bi niyeta ku li
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çap bibe dest pê dike. Jixwe Mela Reşîd û Mela
Îsmet her du jî endamên Enstîtuyê bûn. Pêşiyê wergerê bi daktîloyê dinivîsîn û
piştre bi gelek zehmetiyan derbasî kompîtorê dikin. Feqî Huseynê ku pirr
dixwest ev wergera Kurdî bê çapkirin, beriya ku werger biqede di sala 2003an de
wefat dike. Hêj werger didomiya mixabin di 2006an de jî seydayê Mela Îsmet li
Îzmirê di qezayeke trafîkê de wefat dike. Çawa ku nivîskarê kitêbê beriya
qedandina bergê sêyem wefat dike, yek ji wergêrê wê jî beriya qedandina wergera
bergê sêyem wefat dike. Li ser vê Mela Reşîd wergera cildê sêyem bi xwe temam
dike. Hersê bergên nêzîka 1900 rûpelî ne, ji bo meraqdar û lêkolîneran
çavkaniyên gelek hêja ne.