Dîwan - Perto Begê Hekkarî
Kurte
Perto Begê Hekkarî navê xwe yê eslî Mistefa ye û ji Begên Hekkariyê ye. Di sala 1795an de mîrê Colemêrgê bûye. Di kitêba Tarîxû’l-Ensab ya mîr Salih Begê Şêrwanî de eşkera dibe ku Perto Beg heta sala 1818an jî hê mîrê Hekkariyê bûye. Wî 45 salan mîrîtiya Hekkariyan kiriye. Taybetiya Perto Beg ya herî balkêş ku wî ji şairên klasîk cuda dike ew e ku digel begîtiya wî şair jî bûye û xwedanê dîwaneke bêbiha ye.
** Asıl ismi Mustafa’dır ve Hakkari Bey’lerindendir. 1795 yılında da Hakkar’inin Mîr’i olur. Mîr Salih Begê Şêrwanî’nın Tarix ul-Ensab kitabında, Perto Bey’in 1818 yılında hala Hakkari Mîr’i olduğu bellidir. Kendisi 45 yıl boyunca Hakkari Mîrî kaldı. Perto Bey’i klasik şairlerden ayıran en önemli özelliği, Bey olmasının yanı sıra Şair de olması ve paha biçilmez bir divana sahip olmasıdır.
Şi’ra klasîk di nava jiyana
rojane de çawa li dor xwe gelek têkilî pêkînabin, gelek formên civakî jî ji nû
ve êxistine pergalekê. Helbet ew têkilî zehf in ku mirov bihejmêre. Lê ya
zêdetir li ser hatiye axiftin têkiliya şi’r û serayê bûye. Hetta ji ber vê
tikiliyê hin car ji edebiyata klasîk bi şiklek nebaş hatiye behskirin. Lê her
çawa be ew têkilî bi şiklek aşkere hebûye û hem şairan xwestine xwe nêzîk
serayê bikin hem jî serayê û siltanan xwestine şair li dor wan bin. Ew têkiliya
seray û şi’rê hem ji aliyê fînansekirina şairan ji aliyê siltanan ve muhîm e
hem jî, ji ber ku şairan ji bo estetîka serayê şi’r dinivîsîn, ji ber
performansa wan ve gelek muhîm e. Patronaja siltanan, piştevaniya serayan ya bo
şairan tiştekî neyînî nebû, lewra estetîka û qalîteya şi’rê seray destnîşan
dikir. Ji ber wê jî gava şairek gelek navdar dibû, dikete serayê û dibû
“sultanûş-şûara”. Yanî çawa di wî welatî de aliyê siyasî û îdarî ve “siltanek”
serdest bû her wisa di iqlîm û welatê şi’rê/suxenê de jî şairek dibû “siltan”.
Jixwe Melayê Cizîrî ji ber vê rastiyê her dem ligel suxena xwe behsa “mîr” û
“xaqan”iya xwe dikir: “Di iqlîmê suxen mîr im di şi’rê de cîhangîr im”; “Lew di
iqlîmê suxen xaqan im”. Ji aliyê dî ve jî siltanan jî dixwestin digel îdareya
milkê xwe, hakimê iqlîmê şi’rê jî bin. Ji ber wê jî hem şair li dora xwe kom
dikirin, şairên baş taltîf dikirin hem jî wan bi xwe şi’r dinivîsîn. Lewra wan
baş dizanî ku bi hakimiyeta van herdu iqlîman ve mîrîtî û siltanî temam dibe.
Mîr û begên Kurdan jî di vî warî de wekî siltan û mîrên milletên dî hem
piştevaniya helbesta klasîk kirine hem jî di vê sehayê de hespê xwe bezandine.
Di nav wan mîrektiyan de mîrektiyên Bitlîsê (Şerefxanan), mîrektiya Babanan (ji
bo klasîkên Soranî) û mîrektiya Hekkariyê (malbata Şembû) mîrektiyên sereke ne
ku pêwîst e mirov behsê jê biket. Di qesr û serayên vê mîrektiya dûmahikê -ya
Hekkariyê- de gelek şairan piştevanî dîtibin jî taybetiya mezin ew e ku di
sedsala 18-19ê de şairek siltanî jî ji nav xwe derxistine. Ew jî Pertew Begê
Hekkarî (1756-1834?) ye. Pertew Beg (yan jî Perto Beg) di mîrektiya şi’rê de
çawa ev nav bikarînaye her wisa di mîrektiya Hekkariyê de jî wek Mistefa Beg
hatiye zanîn û çil û pênç salan li Hekkariyê mîrektî kiriye. Pertew Begê
Hekkarî çawa mîrek bi hêz û şiyan bûye her wisa di şi’rê de jî şairek serkeftî
bûye. Wî di Dîwana xwe de gelek awa û kêşeyên şi’ra klasîk bi naverokeke edebî
û estetîk ve bikar înane. Lê di şairtiya wî de belkî taybetiya herî mezin ew e
ku wî (wekî gelek şairên dî) bo xwe wek ustad Melayê Cizîrî dîtiye û li ser
usûla wî şi’ra xwe honandiye. Tesîra Melayê Cizîrî li ser Pertew Beg ewqas heye
ku -bi gotina Tehsîn Îbrahîm Doskî-: “Kartêkirina Cizîrî di şiîra Perto de, ji
bo yê ku Dîwana Perto xwendibe ji rojê geştir e.” Lê dîsa jî mirov dikare bibêje
zimanê Perto Beg ji gelek aliyan ve ji zimanê Cizîrî siviktir e, forma şi’ra wî
jî zêde asê nîne û belkî bi aliyê formê ve zêdetir nêzîkê şi’ra Feqiyê Teyran
e. Di Dîwana Pertew Beg de li dor mezmûn û belaxeta edebiyata klasîk naverokek
berfireh û berbiçav heye. Bi vî awayî Pertew Beg di nava edebiyata Kurdî de xwe
digehîne astek bilind. Ligel wê belkî tişta herî aşkera ew e ku Pertew Beg di
Dîwana xwe de zêdetir behsê li ser Hz. Muhemmed dike û ji ber ku navek wî jî
wekî yê Pêxemberi “Mistefa” ye, bi teşbîh û telmîhan ve vî navî bi hostayî
bikartîne. Li dor tarîxa edebiyata Kurdî taybetmendiya Dîwana Perto ya herî
girîng bi min ew e ku ev dîwan îşareta asta şi’ira klasîk ya Kurdî dike.
Herçend di vê mijarê de zêdetir pêdiwî bi lêkolînan hebe jî, ev berhem bo me
numûneyan dide ku şi’ra Kurdî êdî di wê sedsalê de li ber şi’ra Farîsî serkeftî
ye û Pertew Beg jî di şi’ra xwe de li hember Farisî alaya Kurmancî rakiriye.
Lewra gava mirov Dîwana Perto dixwûne ew Kurmanciya xwerû balê dikêşe. Helbet
di nav vê şiirê de gotinên Erebî û Farisî hene lew ew şi’ra klasîk e û divê
şair îsbata zanînan xwe ya wan zimanan biket. Lê di Dîwana Perto de tişta
Kurmancî derdixe pêş “vegotinek” xwerû û taybet e. Her wisa îfadeyên Erebî jî,
zêdetir îfadeyên Qur’anî ne ku şairî ew di nav çarçoveya edebiyata klasîk de bi
vegotina xwe ya xwerû Kurmancî vêhonandine. Dîwana Pertew Beg cara pêşî di sala
1987ê de li Bexdayê ji aliyê Sadiq Bahaddîn Amêdî ve hatiye çapkirin. Lê ji ber
ku ew çapa Dîwanê “bi gelek aliyan ve” nuqsan bû Tehsîn Îbrahîm Doskî ji bo
çapek xweştir ji sala 1988ê dest bi lêkolînê dike ta ku di sala 2006ê bi şeklek
rêkûpêk wê berhemê çap dike