Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî
Kurte
Şêx Şemsedîn, şa‘irê edebiyata
Kurdî ya qedîm e. Di dawiya sedsala 16an heta sedsala 17an jiyaye. Di edebiyata
Kurdî de yekemîn helbestvanê terîqeta Xelwetiye ye.
Ta vi kengî muntezir bim ṣebr û ṭaqet
min neman
Ey ḥebîba way li min ku ’v
Xelwetît yekcar(i) kuşt
Şêx Şemsedînê Exlatî, di sala
1588an de li navçeya Exlatê ku îro li ser Bedlîsê ji dayik bûye. Ji ber şerên
di navbera dewleta Osmanî û Sefewiyan de ji Exlatê ber bi çiyayên Oremarê
koçber bûye. Piştî çend salan, ji Oremarê gihîştiye Birîfkayê û li wir bi cî
bûye. Şêx Şemsedîn, perwerdeya xwe li cem kesên ji malbatê standiye. Di sala
1674an de, di 86 saliya xwe de, li Başûrê Kurdistanê li gundê Birîfkan ku li
ser bajarê Dihokê ye, wefat kiriye û li wê derê hatiye definandin.
Ez ku mestê meyê ‘işq im tenenaha
ya hû
Miṣr û Beġdad û Dimeşq im
tenenaha ya hû
Teşneê abê wiṣal im ji ġemê ‘işqê
tinalim
‘Aşiqê Ḥeyyê Celal im tenenaha ya
hû
Şêx Şemsedîn, hemdemê Mela Ehmedê
Cizîrî û Feqiyê Teyran e. Heta niha mîna hemdemên xwe baş nehatiye nasîn.
‘Alem eger çi qal tikin ez
tibêjim ji derdê ‘işq
Qetl im eger ḥelal tikin ez
tibêjim ji derdê ‘işq
Munkirê vê ji mêj in ew ji dîriyê
dibêjin ew
Xûnim eger tirêjin ew ez tibêjim
ji derdê ‘işq
Ji hêla nirxandina edebî ve ziman
û qalibên serbixwe ava kirine. Sentaksên nû çêkirine. Cihê wî di edebiyata
Kurdî de pir giring e. Jiyana gundewarî û siruştî di helbestên wî de berbiçav
e. Ziman û felsefeya ku di dîwanê de hatiye bikaranîn taybetê bi wî ye. Şêx
Şemsedîn, bawerîya wî bi fikra wahdetu’l-wucûdê heye. Ev bawerî di helbestên wî
de berbiçav e. Helbestên wî pir rewan û herikbar in.
Çûye ji min ṣebr û qerar tigrîm
bi feryad û hewar
Navête min ġeyrî dîdar ten tele
lat la la