Du Zimanî
Kurte
Heger ziman tenê ji bo ragihandin
û têgihiştinê bûya, hewcey bi hezaran zimanên din nebû. Zimanek tenê bes bû. Lê
ziman hemú taybetmendi, şêweyên jiyanê û hizr û manteliteyên gelekî, civakekê
digire nava xwe. Ziman van rengan van taybetmendiyan ji hezar salan û wê de
tine dema îroyîn. Zaroka ku nû çedibe, heta ne nû hê di zikê diya xwe de, bi
zimanê dayika xwe dipije, gewriya wê li gor zimanê dayikê şêwe digire. Çi qas ku
ew zarok mezin dibe bi wi zimanî tevdigere, bi biwêjên wî, bi çirok û çîrvanokên
wî, bi stranên wi û bi hemû nirxên wi tiji dibe; êdi bi wi zimanî dikare bibe
afirînerekî wêjeyê. Zaroka ku bi vi rengi bi zimanê dayika xwe gihîştî, dikare
gelek zimanên din li ser zimanê dayika xwe ava bike û hîn bibe. Lewra dikare hemû
tiştên zimanê nú li hember zimanê dayikê bigire û zimanê dayika xwe bêntir pêş
bixe.