Durru’l - Mecalis
Kurte
Li kêleka helbesta
klasîk, hemû cureyên vegotinên gelêrî wek mîtos, efsane, destan, çîrok,
çîrçîrok, beşeke dewlemend a edebiyata gelên Rojhilatê ne. Durru’l-Mecalisa bi kurmancî
jî nimûneyeke tîpîk ji vî cureyî ye. Ev pirtûk ku ji aliyê Mela Mûsayê Hekarî
di dawiya sedsala 16. û di serê sedsala 17. de hatiye nivîsîn, yekem ji
nimûneyên pexşannivîsiya kurmancî ye û herweha yekem ji wergerên kurmancî ye li
ser binemaya hejmareke hikayetên farisî.
Erdnîgariya van hikayetan
bi Îran, Hindistan, Turkistan, Erebistan, Kurdistan, Misir û Romê re eleqedar e
weku Medayîn, Belx, Cihanabad, Herat, Şîraz, Nîşapur, Sîstan, Babil, Bexdad,
Besra, Şam, Yêmen, Cizîra Mesqetê, Hîcaz, Cîde, Rom, Diyarbekir, Stenbol û wd
navên bajaran tê de derbas dibin.
Di Durru’l Mecalisê de
hikayetên wek “Silêman û Belqîsa”, “Sîmurx Anqa”, “Bayezîd Yildirim û
Teymûrxanê Leng”, “Iskenderê Zîlqerneyn”, “Deqyanûs û Eshabê Kehf”, “Siltan
Mirad û Genc Osman”, “Ferhad û Şîrîn”, “Ristemê Zal”, “Yûsif û Zilêxa”, “Mûsa û
Firaûn”, “Dehhak”, “Hafizê Şîrazî û Şax Nebat”, “Hesen û Hisên”, “Bîjen Xanê
kurê Çengîz Xan û Beraniyê Keçika Mitrib”, “Adem û Hewa”, “Siltan Mehmûd
Xeznewî û Iyaz”, “Hatemê Tayî û Necaşî”, “Nemrûd û Hezretî Ibrahîm”, “Nûh û
Tofan” jî hene ku hinek ji van ji aliyê naverokê ve varyantên cuda ne. Ji awayê
nivîsîna Mela Mûsa diyar dibe ku asta wî ya edebî û bikaranîna wî ya hunera vegotinê
bilind û serkeftî ye. Baweriyekê dide ku di serdema wî de tradîsyoneke pexşannivîsiyê
di kurmancî de hebe. Di vê xebatê de ev berhem ji çend aliyan ve hatiye nirxandin
û destxeta orijînal a bi elfabeya erebî hatiye latînîzekirin.