
Edebiyata Kurdî Ya Sovyetê
Kurte
Ev xebata li ber destê we
di mînaka berhemên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Evdilrehman, Sîma Semend,
Sehîdê Îbo, Egîdê Xudo, Emerîkê Serdar, Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesenî da serborî
û dîmena giştî ya edebîyata kurdên Sovyetê tîne ber çavan. Ji ber vê di serî da
paşxaneya dîrokî û sîyasî ya kurdên vî welatî û destpêka edebîyata wan vedikole
paşê jî bi arîkarîya rêbazên sosyolojîya edebîyatê û vegêrannasîyê li ser
teorîya berhemanîna vê edebîyatê, taybetmendîyên wê yên vegêranî û rehendên wê
yên nasnameyî radiweste.
Ji ber ku piranîya deqên
debîyata kurdî ya Sovyetê di nav anonîmîya folklorîk, etnîk, îdeolojîk û
jîngeheke stalînîst a behrekuj da tên berhemanîn mirov ji bilî şopên
bernameyeke sîyasî ya sepandî rastî tu şopên takekesî û çavdêrîyeke rasteqîne
ya civakî nayê. Tevî vê di mînaka Emerîkê Serdarî da hin nivîskar xwe ji bin vê
sîbera reş û tarî rizgar dikin û heta radeyeke baş edebîyateke şexsî û cîyawaz
berhem tînin. Ji ber vê ji bilî vê dîmena giştî ya yekaheng di beşeke vê xebatê
da alîyê cîyawaz ê vê edebîyatê jî tê vekolîn.