Erdnîgarîya Kurdistanê-II Wan
Kurte
Piştî pirtûka yekem a bi navê Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî niha pirtûka duyem a heman rêzê, pirtûka Wanê li ber destê we ye. Di pêşgotina pirtûka yekem de armanca vê xebatê wiha hatibû destnîşankirin: “...di dibistanên Kurdan de ji bo erdîngarîyê bingeh bê amadekirin, mamoste û xwendekar di dersa erdnîgarîyê de ne destvala bin.” Di gel kurteçîroka vê xebatê sedemên formata xebatê jî hatibû îzahkirin. Ji bo armanc, rêbaz û hin tercîhên ku hatine kirin baştir bên fêmkirin mirov dikare çend tiştên din jî li wê pêşgotinê zêde bike.
Erdnîgarîya Wanê
Nifûsa Wanê li derdora
1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, wek
mînak: Îsraîl 20.770 km2, Lubnan 10.452 km2 ye. 13 navçe û 1129 mezre û gundên
Wanê hene. Wek ku di îndeksê de hatine nivîsîn, ji hezarî zêdetir dirûvên erdê
hene; çem, çîya, gelî, newal, deşt û hwd. Piraya wan jî çem, çîya, gelî, zozan
û war in.
Ez bi qasî 40 rojan hema
hema li hemû deverên Wanê gerîyam. Lê piştî ku di dawîya Tebaxa 2015an şer dest
pê kir, ger dijwar bû. Ez li Ebexê heta ber Çîyayê Tendûrekê jî çûm, lê ji ber
şer min derfet nedît ku biçim ser Tendûrekê; her wiha li Westanê jî çûna
Karkarê pêk nehat.
Di vê xebata erdnîgarîya
Wanê de ev hene: 1- Navê mezre, gund û navçeyên Wanê yê Kurdî û Tirkî. 2- Çem,
gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Wanê. 3- 49 Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya
Wanê.
Nivîsa Berga Dawiyê
Erdnîgarî mijar û
dîsîplîneke zanistî ya gelek berfireh û xwedî gelek şaxên cur bi cur e: Şiklên
erdê (çem, çiya, deşt û hwd), av û hewa (îklîm), tevgerên volkanî, erdhej,
aborî (çandinî, bazirganî, endustrî û hwd), dewlemendiyên sererd û binerd, ji
hin beşên wê ne. Lê di vê xebatê de mijarên sereke nav û belavbûna şiklên erdê
û navê mezre, gund, navçe û wilayetan e. Ev nayê wê wateyê ku mijarên din qet
nehatine lêkolîn û nivîsîn, bi qasî îmkan û derfetan gelek mijarên din jî di
nav vê xebatê de hene.
Nifûsa Wanê li derdora
1.200.000î ye, rûbera wê 20.921 km2 ye û ji ya gelek dewletan firehtir e, 13
navçe û 1129 mezre û gundên Wanê hene.
Mamoste Abdurrahman Önen
li dor 40 rojan hema hema li hemû deverên Wanê gerîyaye. Digel lêkolînên xwe
yên teorîk, wî rasterast bi xelkê mezre, gund û navçeyan re hevdîtin pêk anîne
û li gor wê navên mezre, gund û navçeyên Wanê yên Kurdî û Tirkî; Çem, gol,
çîya, deşt, zozan û hwd. ên Wanê di vê xebatê de qeyd kirine û digel gelek
wêneyên rengîn, navçe bi navçe, herêm bi herêm bi nexşeyên fîzîkî yên
erdnîgarîya Wanê re pêşkêşî xwendevanan dike.
Abdurrahman Önen kî ye?
Ji navçeya Dêrika Çîyayê
Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîye dinê. Dibistana seretayî û
navendî li Dêrikê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê, zanîngeh li Stenbolê xwendîye.
(Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)
Piştî xwendina dibistana
amadeyîyê sê salan li Dêrikê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi
cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev
re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi
mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev
ji mamostetîyê berdaye.
Di sala 1984an de, cardin
li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan
mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawid) bûye.
Çend salan mamostetîya
dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de,
hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku
xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev
armanc danîne ber xwe:
- Pêkanîna arşîv û
pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.
- Wergera pirtûkên dersan
ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latinî.
- Pêdekirina hemû
pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.
- Xebatên ji bo
nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.
Di vê çarçoweyê de, wî jî
biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wek mamosteyekî Kurd
karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.
Di encama van xebatan de,
di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.
Ji sala 2013an ve gera
xwe ya li Kurdistanê didomîne.
Piştî pirtûka wî ya bi navê
Erdnîgarîya Kurdıstanê-I: Agirî, ev berhema wî ya vê rêze ya duyem e. Her wisa
pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê
amade ne.