Evdalê Zeynikê û Cegerxwîn
Özet
Dayîk bi kilaman, bi
lorandinê bi zarokên xwe şah dibin, bi çîrok û kilaman zarokan radizînin. Bi
kilaman bûkan siwar dikin, bi kilaman mêrxwasên xwe dişînine li ber şêr, heta
bi kilaman mirîyên xwe verê dikin. Şivan bi kilam û bilûrê kerên xwe diçêrînin,
cotkar bi kilaman xeta cotên xwe li ser axê dikşînin. Kilam ji xerîban ra
dilbînî ne, ew bi kilaman agirên hesreta dilê xwe kerr dike. Kurd bi kilaman
laqirdiyan dikin, bi kilaman dikenin, bi kilaman digirîn. Tu tişt hesîn, his û
agirên welatparêziyê, miletparêziyê, heqiyê û ramê di nav evdên Kurd da ewqas
zû gurr nakin bi qasî zargotinê. Destanên me bi kilamî têne gotin, ebûbeta
dînî, heta dua-dirozge jî bi stran in.
Zargotina Kurdî pircûre,
pirawaz û pirreng e. Ew çîrok in, destan in, afirandinên olî ne, kilam in, beyt
in, mesele û metelok in. Her cûreyekî afirandina bedewtiyê ya gelêrî, nexş û
awazek e, reng û rewşek e, bedewîyek û xemlek e, qeydekî şîrîn yê xezayî yê
giranbiha ye…
Di odeyên gundan yên tarî
da zargotina me hatiye xwedîkirinê, di wan da ew xizneya ruhî ji nifşekî
derbasî nifşê din bûye. Ode bi dewranan, ji gelê me ra dibistan û “unîversîte“
perwerde, zanîn, dîrok, medeniyet, xwedîkirin û dewlemendkirina ziman û edebiyata
gelêrî bûne.