Evdirehîm Rehmî Hekarî - Nûjenkirina Helbesta Kurdî û Avakirina Şanonameyê Di Edebîyata Kurdî De
Kurte
Romannus û lêkolînerê hêja Ferhad
Pîrbal di vê berhema xwe de bere xwe daye, helbestkar, şanonamenûs û pexşanûsê
pirhêl Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958), endamê çalak ê gelek rêxistinên
Kurdî (weke Komeleya Xwendekarên Kurd bi navê Hêvî, her wiha endamê damezirîner
ê Komeleya Tealî ya Kurd), bi bandora nivîsa Ewropayê cara yekê di dîroka
edebîyata Kurdî de, form û awayekî nû yê hunerî anîye nava edebîyata Kurdî û bi
Kurdan daye naskirin ku ew jî şanoname ye û formeke edebîyata rojavayî ye.
Nivîskar ji çend çavkanîyên olî
av vexwariye, ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî xwedîyê fikreke Îslamî bûye:
Hewl daye têgihîştina olî û perspektîfa îslamîstan di poteya bîra
welatperwerîya Kurdî de bihelîne; yanî xwestiye ol û nîjadê bi hev ve
bikelijîne. Ev taybetmendîyeke perspektîfa Hekarî ye.
Evdirehîm Rehmî Hekarî, yekemîn
helbestkarê hevçerx ê Kurd e ku berhemên xwe di kovareke Kurdî de weşandiye;
her wiha kovar kiriye wasiteyek ji bo pêkanîna projeyeke nûkirina helbestê. Wî
di helbestê de kêşeya pençeyê di helbesta Kurdî de bi kar anîye; bi vî awayî ew
di vî warî de bûye rêber:
Ez mame sêwî bê da û bab im
Xanîyê mi sotin, ez malxirab im
Babê mi kuştin bêdîn kuffaran
Muhtac im îro destê neyaran