Lis

Evîna Mêrxasekî

%20İndirim
312,00 TL
390,00 TL
Marka
Lis
Stok Kodu
bijare109
Yazar
Îbrahîm Osman
Sayfa Sayısı
462
Kitap Adı
Evîna Mêrxasekî
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13,0 x 19.5 cm
ISBN
978-605-75356-8-9
Basım Bilgisi
2. Baskı, Çapa 2em
Fiyat
390,00 TL + KDV
*312,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Îbrahîm Osman, bi derengî be jî, piştî berhevkirina gelek lêkolîn û ezmûnan, li ser hev pênc roman nivîsandine, ku Weşanên Lîsê romana wî ya pêşîn a bi navê Evîna Mêrxasekî vê pêlê bi awayekî xweşik çap kir. Romana bi navê Evîna Mêrxasekî ne romanek e mirov bikaribe wekî deqeke ezmûngerayî bihesibîne, lê ji ber ku li ser babeteke ku ji me tevan ve nas e, bi Kurdiyeke ku dê firêqetiyê bide xwendevanên Kurd û piştî lêkolînine li ser wêje û dîroka me ya devkî ya sê sed salên dawî hatî kirin hatiye nivîsandin, bi raya me, em bi her awayî dikarin vê berhemê bi hêsanî li silsileya romanên Kurdî yên bedew zêde bikin. Babeta romanê evîna Dewrêşê Evdî yê Êzdî û Edûla Misilman e, ku romannûsê me, wekî gotina Mem û Zîna Xanî'yê gewre, fesane kiriye behane û qala pêwendiyên şer û aştiyê, evîn û nefretê, talan û bac û qemçûrê, destbirakî û dijminiya eşîrên Kurd, Ereb, Turkmen û dewleta Osmaniyan kiriye. Wekî em pê dizanin, babeta Dewrêş û Edûlê ev deh salên dawî ye li ba Kurdan gelekî populer e, wekî kilam û çîrokeke hema hema li hemû navçe û herêmên Kurdistanê belavbûyî, beriya niha jî bûbû babeta romaneke din, ku ji aliyê Eyup Kiran ve pênc sal berê hatibû nivîsandin û çapkirin. Bi qasî ku em dikarin bibînin, ev çîrok, salên 2000'î wan çaxan bû, bi pêşniyara pêşengê Kurdan, rêzdar Evdila Ocalan, bi derengî be jî, kete rojeva Kurdan. Va ye tê dîtin, her çend pêwîst e pêşî rewşenbîr û nivîskar van babetên neteweyî beriya her kesî bibînin, ev çavkaniyên me yên hêja û têrzeynet dê bêtir werin peydakirin, dê bibin roman, çîrok û babetên kursiyên lêkolînên zanyarî. Îbrahîm Osman bi romana xwe ya bi navê Evîna Mêrxasekî ve di vê kêşe û giriftê gihiştiye, ji bo romana xwe li bingehên dîrokî, kilaman, erdnîgariyê, kesayetî û bûyeran kolaye, ev romana ku bi zimanekî epîk, bi Kurdiyeke dewlemend û bi tevneke ku li ser xwendevanan hukim bike hatiye vehûnandin nivîsiye.

 

Dema ku xwendevan vê romanê bixwîne, ew ê bibîne bê romannûsê me çi qas hewl daye, da ku qonaxeke nasnava Kurd di nava tixûbên romannûsiyê û wêjeyê de bide xwendevanên Kurd, ku gelek caran bi xewtêşkê dikevin, bi têra xwe xwe bernadin gerdûna zimanê Kurdî yê ku li afirandina gelek berhemên bilind tê û dê bê!

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Evîna Mêrxasekî bijare109
Evîna Mêrxasekî

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.