Ew Balindeya Birîndar ku Ez im

%20İndirim
144,00 TL
180,00 TL
Kategori
Marka
Stok Kodu
bijare2679
Yazar
Eta Nehayî
Sayfa Sayısı
136
Kitap Adı
Ew Balindeya Birîndar ku Ez im
Dili
Kürtçe, Kurdî
Ebat
13 x 19,5 cm
Basım Yılı
2022
ISBN
978-625-83832-1-8
Çevirmen
Ji Sorani: Mirad Mîlan
Fiyat
180,00 TL + KDV
*144,00 TL den başlayan taksitlerle!
Kurte

Dibêje: Ez bextewer nekirim Mestûre can. Ji min hez nekir û tenê ji xwe hez kir, lewma min jî kuşt. Ne ji ber vê yekê ku derew dikir û ji min hez nedikir, min guldanka mezin di qafê wî de hûr kir û ew kuşt ji ber ku ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir. Ewqasî ez piçûk dixistim û bêrêzî li min dikir ku êdî hindik hindik min xwe winda kiribû. Êdî min xwe nedît ku di nav malê de dihatim û diçûm. Ku ji mal derdiketim jî êdî min xwe nedidît. Lê Kawe ez didîtim. Hertim, ez li kû derê bûma, biçûma kû derê, wî ez didîtim. Di destpêkê de ez biçûma kû derê, nedigot neçe. Ez diçûm mala bavê xwe, mala bavê wî, cem heval û destexwişkên xwe, diçûme kor û kombûnên edebî, û paşê min fêm kir ez diçime kû derê, li pey min tê. Heta bigre di nav malê de jî ode bi ode li pey min dihat. Di serî de min nedizanî ku dema ji malê derdikevim, dema ku li kenarê coya avê ya li kêleka kolanê û mil bi milê darên şeqamê dimeşim, dema li texsiyê siwar dibim, li pey min e. Ev yek bi min jî dida fêmkirin. Carinan navnîşanên cihê ku ez diçûm ji min re digot da ku ez bawer bikim ku li her derê li pey min e û min jî bawer dikir. Min hest dikir ji min re dibêje ku çi bikim û çi nekim. Li kû siwarî texsiyê bibim û li kû derê peya bim. Kê bihewînim û kê nehewînim. Min got: “Kawe can, madem ku tu hertim li pey min î, çima nayî em bi hev re û mil bi milê hevdû bimeşin.” Ku em bi hev re dimeşiyan, lingên min hev dialiyan û min xwe şaş dikir, wekî ku kesek tazî di nav xelkê re derbas bibe, rût û qût.

 

…û hatim hembêza te Mestûre can. Nebêje min Kawe nekuştiye. Nebêje min guldanka mezin di nav serê wî de hûr nekiriye, û di nav xwînê de li odeyê negeviziye, nebêje xwîn xewnê betal dike.

Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Ew Balindeya Birîndar ku Ez im bijare2679
Ew Balindeya Birîndar ku Ez im

Pêşniyaz Bike

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.