Ez û Min
Özet
Ax! Xwezî bi wan
rojan!
Wekî aniha li bîra min têt, wê roja befirê
serê xwe dixwar. Piştî bangê êvarî berfbarînê dest pê kiribû û hêj heta bangê
mexrebê du caran ban hatibûn malîn.
Befrîkên xwe me bo şeveke
dirêj amade kiribûn. Bavo hêj êvarî ji kulîna piştê gozikê qeliyê derxistibû û
ancax îşev qeliyê şiyanên me zindî bihiştana.
Dadê ji êvarî de beroşeke
mezin qelandibû û bo şîvê jî keşk lênabû; keşka têr bi goştê perasûyan.
Şev kanûnkuj bû.
Bapîrê me digot, wextekê
ji wextan, hêj Meydanbelekê gund bûye. Şeveke weha li wan qewimiye û tenê
camêrekî wê êvarê ji ewran têgihîştiye ku dê befireke bêmefer bibare,
lewra rabûye ji êvarî de
gayê sor serjê kiriye, goştê wî kelandiye û heta sibê ligel çar kurên xwe ban
malîne. Wê şevê bi bejna spîndaran befir hatiye û ji bilî wê malê, gundî tev
di bin befirê de fetisîne
û xaniyên wan bi ser wan de hatine xwarê.