Ferheng Kurdî Tirkî D. İzoli
Ji pêşgotinê
… Ferheng çêkirin asan nine, barekî giran e û gelek kend û kosp û astengî tê divên. Lê hebûneke kêm ji tunebûnê çêtir e...
Ev pirtûk ji welat hezaran kîlometir dûr, di jiyaneke mişextî de amade bûye. Herwekî bêimkanî û tenêtî, ew şevên bêxew astengîya min bûn, lê Kurdîya şêrîn û xweş, ew zimanê bi bal û pal, ew asoya bêtixûb ya dîrokî a Kurdî ji min re hêsanî ava kir û bû sebeba pesna dilê min. Ji wê hêza manevî ye ko min kend û kospên pêşîn gêr kirin û ez di heqê vî karî derketim û vê pirtûka xwe ya giranbiha pêşkêşî gelê xwe dikim.
Ev ferheng, di roja îro de gavek e, gava duduyan e. Bi avakî din ava bûye. Armanca xwe ev e ko bêjeyan, çêtir bisenifine û hilbijêrîne û zanistî bike. Lê dîsa jî şermezarî li ser me raneke. Herweha ev Jî Kurdi-Tirkî ye. Evînîya dilê min ev bû ko bi tenê Kurdî ev rûpelên hanê tijî bibûwana. Hêvî û daxwaza min ev e ko di rojên pêşhatî de zimanzaneke hemwelatîyê min gava sisiyan bavêje û bi Kurdi - Kurdi ferhengekî pêk bîne.
Xebata min li ser vê pirtûkê gelek dirêj e, heta sala 1962 ya diçe. Di bihara 1987 de min himmê vê ferhenge danî û yek çapkirîbû. Ev ferheng jî rastkirin, durutkirin û berfirehkirina wê ye.
"Bihayê zêr, zêrker dizane" dibêjin. Diviya ye ko bête gotin jî "bihayê bêjayî jî, ferhengnivis dizanin". Kurdî de wisa bêje henin ko hîmî û dîrokî ne, wisa bêje û pêkhatina bêje henin ketine hembêza tabîatê û jê re bûne goșt û hestî ko min tabîr nedît ez pesna xwe bidim. Lê bi kurtî bêjim: "Zimanê Xelkê, xelkê çêkirî ye; zimanê Kurdî jî Xwedê çêkirî ye."
D.Îzolî
26.09.1991