Ferheng Kurdî-Tirkî / Tirkî - Kurdî (ciltli)
Kurte
Ev ferhenga, ji Tirkî-Kurdî (6805
bêje) û ji Kurdî-Tirkî (7891 bêje), bi du beşan hatiye sazkirin. Bi bêjeyên ku
di jiyana rojane de herî zêde tên bikaranîn û bi bêjeyên ku di qisedanê de
biyanî pê hewcedar bin, hatiye amadekirin. Wextê van bêjeyên hanê hatine
berhevkirin (ji kîjan zimanî dibe bila bibe), li çavkaniyên wan nehatine
mêzekirin, wek xweyî hatine nivîsandin û bêjeyên ji vaca ziman dûr û çêkirî
nehatine bikaranîn.
Ez hêvîdarim ku ev berhema hanê,
xebatek pratîk û kêrhatî ye û ji bona hemû kesên ku pêwendîdarê zaravaya Kurdî
re, bi şêwazek hêsanî bê fêmkirin û têgihiştin, hatiye amadekirin.
Di despêkê de taybetmendiyên
alfabeyê hatiye nivîsandin û bi zimanê Tirkî ve pêwendî hatiye çêkirin, ji bo
taybetmendiyên tîpan-dengan bên fêmkirin him bêjeyên Tirkî him jî yên Kurdî
hatine nimandin. Li pêş bêjeyan bi gorî vatiniyê, babetên wan hatine nivîsandin
û ji ber ku Kurdî de zayend heye bi taybetî nav bi zayendên xwe hatine
diyarkirin. Di dawiya ferhengê de jî bi kurtasî mînakên reng, jimar û deman û
axaftinên rojane hatine nivîsandin.
Bu sözlük, Kürtçe’den Türkçe’ye
(7891 sözcük), Türkçe’den Kürtçe’ye göre (6805 sözcük) iki bölümden
oluşmaktadır. Günlük yaşamda en çok kullanılan ve yabancı bir kişinin ihtiyaç
duyacağı sözcükler göz önüne alınarak hazırlanmıştır. Bu sözcükler derlenirken
kaynağına (hangi dilden gelmiş olduğuna) bakılmaksızın olduğu gibi yazılmış,
yapay ve dilin mantığından uzak kelimeler kullanılmamıştır.
Bu eser, Kürtçe’nin Kurmanci
lehçesine ilgi duyan herkesin kolayca anlayabileceği ve kavrayabileceği bir
tarzla hazırlanmış olup pratik ve kullanışlı olacağına inandığım bir
çalışmadır.
Başlangıçta alfabenin özellikleri
verilerek Türkçe ile ilişkilendirilmiş ve seslerin-harflerin özellikleri iyice
anlaşılsın diye hem Kürtçe hem de Türkçe kelimeler örneklendirilmiştir.
Kelimelerin önünde görevlerine göre türleri belirtilmiş, Kürtçe’de isimlerde
cinsiyet özelliği olduğu için özellikle isimler cinsiyetleriyle beraber
yazılmıştır. Sözlüğün sonunda da günlük konuşmalar, renk, zaman ve sayılar ile
ilgili örnekler verilmiştir.