Ferhenga Sumerî-Kurdî
Kurte / Özet
Erdnîgariya Mezopotamyayê ne tenê bûye şaristaniya serdem û vedorên pêşîn ên gelên mîna sumerî, akadî, babîlî, asûrî, ûrartûyî, gûtî, mîtanî, medî, persî û hin qewmiyetên din ên çiyayî û deştî. Bêguman Mezopotamya xwediyê wê jêder û çavkaniyê ye ku di şeş hezar salên pêşîn de şaristanî li her çar herêm û eqlîmên cîhanê belav kiriye, bi pêş ve biriye. Di Rojhilata Navîn de, herêma ku di rêza yekem de cih digire, bêguman deştên Mezopotamyayê yên ku ji aliyê rûbarê Dîcle, Firat, Xabûr, Zêya Mezin, Zêya Biçûk û hin rûbarên din ve dihatin avdan û bûne sedem ku berhemên şaristaniyê geşedan bibin û bi pêş ve herin.
Ev berhem yek ji bermahiyên wan şaristaniyan e. Ferhenga Sumerî-Kurdî di qada xwe de yek ji merhemên herî baş û bi sûdewere. Ev cara yekem e ku berhemeke evqas berfireh bi Sumerî û Kurdî bi latînî tê çapkirin.
Mirov di vê berhemê de bi awayekî zelal dibîne ku zimanê Sumerî û Kurdî di binyatê de yek ziman in û Sumerî kalikên kurdan in. Bi sedan peyvên zimanê Sumerî, îro jî kurd wekî xwe bikartînin, ango hîn jî di zimanê kurdî de tên bikaranîn.
.....
Mezopotamya coğrafyası sadece eski uygarlıklardan; Sümerler, Akadlar, Babiller, Asurlular, Urartular, Gutiler, Mitaniler, Medler, Persler ve diğer dağlı ve ovalı halkların ilk uygarlığı olmamıştır. Mezopotamya altı bin yıllık medeniyeti geliştiren ve dünyanın dört bir yanına yayan coğrafyadır. Orta Doğu da, Dicle, Fırat, Habur, Büyük Zap, Küçük Zap ve diğer nehirleri tarafından sulama açısından ilk sırada yer alan Mezopotamyanın ovaları, medeniyetin kaynaklarının gelişmesine vesile olmuştur.
Bu kaynak ta o kaynaklardan biridir. Sümerce Kürtçe sözlüğü, kendi alanında en iyi bir kaynaktır. Latince alfabesi ile İlk kez bu kapsamda Sümerce ve Kürtçe bir sözlük yayınlanıyor.
Kaynakta açıkça bellidir ki her iki dil; Kürtçe ve Sümerce sadece morfoloji ve kelime açısından değil, aynı zamanda sentaks ve gramer açısından da aynı kaynaktan gelmektedirler. Yani aynı kökten gelmektedirler. Aynı zamanda günümüzde de yüzlerce Sümerce kelime hala Kürtçe dilinde aktif bir şekilde kullanılmaktadır.