Folklor û Edebiyata Gelêri
Kurte
Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor û edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda, polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin.
Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bên girêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakên edebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xebatên heta îro hatine kirin jî bêhtir di vê çarçoveyê de ne. Herçiqasî di salên dawî de hinek hewldan hebin jî, belkî têkildarî rewşa kurdan ya giştî û ya xebatên kurdî, ev xebat negihîştine asta disîplîneke serbixwe. An jî di kurdî de xebatên bi vî rengî gelekî kêm in.