Folklor û Ziman 1
Ji Edîtoran
Em
kêfxweş in ku bi kovareka akademîk ya xebatên kurdî Folklor û Zimanê li pêşberî
we ne. Folklor û Ziman ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, dê salê du caran
(nîsan û çirîya pêşîn) derkeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê
da dê xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih bigirin. Zimanê
gotaran, ji bilî kurteyên îngilîzî, bi temamî kurdî ye û çawa ku di vê hejmara
yekem da bi kurdîya kurmancî-kirmanckî-soranî gotar hene, em dê hewil bidin ku
di hemû hejmaran da dîsa cih bidin dîyalektên kurdî.
Di
çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî teorîyên folklorê, edebîyata gelêrî,
adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî,
têgehên folklora kurdî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê
etnografyaya kurdî da û hwd dê bihên weşandin. Di çerçoveya xebatên zimanî da
jî dê her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks,
zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd cih bigirin. Di
kovarê da dê nivîsên di forma gotar, werger, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan
da jî biweşin.
Em
hêvî dikin ku Folklor û Ziman bibe yek ji çavkanîyên akademîk û zanistî û
alîkarîya lêkoleran bike. Bi taybetî piştî ku di van salên dawî da li çend
zanîngehan beşên kurdî yên lîsansê û masterê vebûn, hem geşebûneka xurt ya
asteka akademîk çêbû hem jî bi qasî wê pêwîstî bi xebatên bi vî rengî zêdetir
bû. Loma jî ji bo xebateka bi vî rengî motîvasyonek peyda bû û niha em bi
hejmara yekem li pêşberî we ne.
Di
vê hejmara me ya yekem da heft gotarên zanistî yên li ser folkor û zimanê kurdî
hene. Mustafa Aslan di gotara xwe da ku bi navê “Analîz û Berawirdkirina
Varyanta Kurdî ya Çîroka Odîpusî li gel Çend Varyantên Din” e, li ser
berawirdkirina varyanteka çîroka Odîpusî ya kurdî û çend varyantên wê yên gelên
din disekine û xalên hevbeş û cuda destnîşan dike. Varyanta kurdî ku wî bi xwe
berhev kirîye jî bi awayekî nivîskî wekî pêvek daye.
Netice
Altun Demir di gotara xwe ya bi navê “Kirmanckî/Zazakî de Cumleyê Alozî” da, ku
bi kurdîya kirmanckî ye, li ser cureyên hevokên kompleks yên ku bi hevokên
nesereke, temamker û hwd ava bûne, disekine û hem ji alîyên sentaktîk û hem jî
ji alîyê semantîk ve, ji gelek metinan mînakan dide û wan analîz dike.
Ramazan
Pertev di gotara xwe da ku bi navê “Giringîya Xebatên Folklorê li cem
Rewşenbîrên Nifşê Hawarê” ye, li ser nivîsên derbarê folklorê yên “Nifşê
Hawarê” disekine û di çerçoveya netewesazîyê da hewildan, refleks û paşxaneya
wan analîz dike.
Cemil
Guneş di gotara xwe ya bi navê “Hunerên Pêwendîdanîna Zimanî yên Zarokên
Duziman li Dêrikê” da, li ser têgihên wekî “duzimanî”, “yekzimanî” û
“nîvzimanî”yê disekine û bi xebateka sehayî li ser rewşa xwendekarên duzimanî
yên zarokên kurdan, encamên giring pêşkêş dike.
Gotara
Sabîr Ebdulahîzadî ku bi navê “Giringîya Zimannasîya Hiqûqî di Pergaleka Hiqûqî
ya Dadmend da” ye li ser mijarên sereke yên zimannasîya hiqûqî yên wekî
dengnasîya hiqûqî, transkrîpsîyona hiqûqî, markeyên bazirganî, analîza hiqûqî
ya destxetan û hwd disekine û ji hin dozên têkildarî vê mijarê bi mînakan
giringîya zimannasîya hiqûqî analîz dike.
Gotara
Mikail Bulbul ku bi navê “Rola Paşgira Partîsîp di Çêkirina Raweyên Ragihandinê,
Dananî û Mercî da” ye, ji alîyê rêzimana formel ve nîqaşa formulekirina wê dike
ku di çêkirina hin raweyên ragihandinê, dananî û mercî da dihê bikaranîn.
Hêmin
Omar Ahmed jî di xebata xwe da ku bi kurdîya soranî ye, li ser destxeta Leyla û
Mecnûnê disekine ku ji alîyê Mela Mehmûdê Beyazîdî ve di sala 1857an da hatîye
nivîsîn. Di vê xebatê da hem metina berhemê cih girtîye û hem jî bi berhema
Sewadî ra hatîye berawirdkirin û analîza wê hatîye kirin.
Herwiha
di dawîya kovarê da me cih daye danasîna du pirtûkên çapkirî jî. Em hêvîdar in
ku kovara Folklor û Ziman bi xebat û lêkolînên xwe bibe referans û bingeheka
xurt ji bo xebatên kurdî yên sehaya folkor û zimanî.
Ji
bo akademîsyenên hêja ku hekemtî kirin û gotar bi xêra wan xurttir bûn em
gelekî spasdar in. Dîsa ji bo alîkarîya redaksîyona soranî em spasîya Şehab
Walîyî û ji bo redaksîyona kirmanckî jî spasîya M. Malmîsanij û Bîlal Zîlanî
dikin. Dîsa ji bo kontrolkirina îngilîzîya kurteyan em spasdarê Netîce Altun
Demirê ne. Mala herkesî ava be ku keda wan tê da çêbû.
Edîtor Mustafa Aslan, Mikail Bülbül
...
NAVEROK
Gotar
Analîz û Berawirdkirina Varyanta Kurdî ya Çîroka Odîpusî li
gel Çend Varyantên Din Mustafa Aslan
..................................................................................................................09
Kirmanckî/Zazakî de Cumleyê Alozî Netice Altun
Demir...........................................................................................35
Giringîya Xebatên Folklorê li cem Rewşenbîrên Nifşê Hawarê
Ramazan Pertev ...............................................................................................61
Giringîya Zimannasîya Hiqûqî di Pergaleka Hiqûqî ya Dadmend
da Sabîr Ebdulahîzad
...........................................................................................77
Hunerên Pêwendîdanîna Zimanî yên Zarokên Duziman li Dêrikê
Cemil Güneş
.....................................................................................................93
Rola Paşgira Partîsîp di Çêkirina Raweyên Ragihandinê,
Dananî û Mercî da Mikail Bülbül ...................................................................................................110
Metin – Deşîfrasyon – Analîz له یلا و مه جنوونی مه لا مه حموودی
بایه زیدی (ده ق، لێكۆڵینه وه و به راورد)
....................................................................................................
هێمن عومه ر ئه حمه د 129
Nirxandina Pirtûkan
Samî Tan, Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimana Kurmancî
Danasîn: Salih Agir Qoserî ............................................................................176
M. Malmîsanij, Kurmancca ile Karşılaştırmalı Kırmancca (Zazaca) Dilbilgisi Dayîşşinasnayîş: Weysel Yildizhan ...............................................................179