Folklora Kurdî
Kurte
Folklora netewekî
dewlemendiya çand, wêje û şaristaniya netewekî ye. Folklora Kurdî yek ji wan
xebatên Sadiq Bahaeddîn Amêdî (1918 Amedîye-1982 Bexda) ye. Folklora Kurdî ji aliyê nivîskar rewşenbîrê hêja Ziya Avci ji tîpên Erebî transkirîptî
tîpên Latînî hate kirin. Di esnayê
tîpguhêziyê de, ji bo ku qîmeta berhemê ya folklorîk û ew devoka pê hatiye nivîsandin
bê parastin, devok û awayê nivîsandina
bêjeyan hatiye parastin
Mijarên
di vê berhemê de derbas dibin, bi sê mijaran tê parvekirin Beşa yekem, destanên
Kurdî yên bi nav û deng ên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê, Sîseban û
her wekî din in, ku waryantên wan ên cihê cihê yên di Herêma Behdînan û di nav
xelkê de tên gotin in.
Beşa
duduyan, gelek çîrok an destan hene û mamoste Sadiq Bahaeddîn dibêje ku ji
“Defterêt Cegerxwîn hatine veguhastin”. Tarîxa veguhastina wan salên 1960’î ne.
Zimanê van çîrokan jî ê Hawara Mîr Celadet Bedirxan e.
Beşa
sêyemîn jî, çîrok û destanên gelêrî yên di nav xelkê de tên gotin in. Çîrok û
destanin bi qîmet û gelek mezin in. Taybetmediyeke
gelek tekane ya ji bo wêjeya Kurdî di van çîrok û destanan de heye; ew jî
gotina wan hem ya bi kilamkî û hem jî bi awayê adetî ya normal e. Ev kilamên
han xwediyê wezneke taybetî ne. Ev
karekter tenê di kilamên çîrokî û
destanên Kurdî de tên dîtin. Ji ber vê yekê jî ev berhem dê bi kêrî pispor û lêkolîneran were.
Sadiq
Bahaeddîn Amêdî, yek ji wan zanayê hêja yê Herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê
ye ku bi salan gelek bi dil û can, xizmeta Zaravayê Kurmancî kiriye û di vî
warî de ji bilî kitêban, çendîn makaleyên wî yên gelek hêja hene, ku di kovarên
cihê cihê yên Kurdî de hatine weşandin.
Di
dawiyê de Weşanxaneya Lîs bi munasebeta çapkirina Folklora Kurdî rêzê ji Sadiq Bahaeddîn Amêdî re digire û ew ê ji bo kuliyata wî çap bike xebatên xwe
bidomîne.
Folklora Kurdî, Sadiq Bahaeddîn Amedî, , Folklor, 387 rp,
Weşanxaneya Lîs, Berfenbar 2013