Gatsbyê Bêhawe
Kurte
Ev roman li
dora xewneke mezin diçe û tê. Navê xwediyê vê xewnê Jay Gatsby e, navê
xwe yê berê diguherîne ji bo ku qedera xwe biguherîne, qedera xwe
diguherîne ji bo ku bigihêje wê xewna xwe. Ev xewna mezinbûn û
bêhawebûnê ye, xewneke ku mirov dema li pey wê diçe dikare bextê reş
bike bextekî xweş. Ne tenê zengînî û meqam, evîneke ku wek ronahiyê
diçirise jî heye li nava vê xewnê, evîneke jidestçûyî, libendemayî û
dîsa lipeyketî. Gelo ê her tişt vegere seyra berê? Di salên Qedexeya
Alkolê de awaz û meqamên Serdema Cazê hûrik hûrik bilind dibin ji vê
çîroka xewn û şikestinê, evîn û têkçûnê, bidestxistin û
jidestdanê.
F. Scott
Fitzgerald serhatiya Nifşê Winda û Xewna Amerîkî bi rengekî ku naye
jibîrkirin li hişê me dineqişîne.
Gatsbyê
Bêhawe klasîkeke modern û berhemeke yekta a edebiyata Amerîkî ye.