Gazinda Xencera Min
Kurte
Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 beş hene. Di beşa yekem “Destpêk”ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan Bobi’nin Hatası ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê Osman Özçelik ve bo kurdî hate wergerandin. Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê ewropî de ye. Me nexwest xwendevanê ku tirkî nizanin ji serpêhatiya Nahîde xanim û segê wê Bobî mehrûm bimînin.
Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji Hawar û Ronahî hatine wergirtin. Di beşa sisêyan de “çîrokên tarîxî” cih digrin ku bêhtir bi navê Bişarê Segman hatine nivîsandin û di Ronahî de çap bûne. Di beşa çaran de du çîrokê mistîk ê kevn hene. Beşa pêncan jî me ji bo çîrokên ku ji zimanên din hatine wergerandin veqetand. Di vê beşê de tev de 4 çîrokên Guy de Maupassant, Şerlok Holmes, S. A. Moreskwî û çîrokeke klasîk a anonîm ji edebiyata denîmarkî hene.
Me bi tu awayî dest nedaye ziman û îmlaya çîrokan, ji xeynî hin peyvên ku pir eşkere ye ku xeletiya çapê ne, me xwest bi her awayî orijînalîteya wan biparêzin. Tenê hin peyvên ku bi du awayan hatine nivîsandin, me yek jê hilbijart: melike / melîke, sîng / sing... Li dawiya berhemê navê ku di orijînal de eger hebe cih û tarîx jî hatiye parastin. Pişt re çavkanî, navê kovarê, hejmar û tarîxa wê ya weşanê hatine nivîsandin. Tasnîfkirin li gor naverok û stîla çîrokan hatiye çêkirin. Di rêzkirina çîrokan de me bêhtir tarîxa nivîsandina berheman li ber çav girt, metoda kronolojîk me tercîh kir.
Ji Kitêbê
Lê nabit, tu tişt, ne ziman, ne xwendin ne nivîsandina te bêyî min naçe serî. Bidî eqlê xwe heta niho tu û milletê xwe hûn çawan mane, çawan we zimanê xwe winda nekiriye û îro dizanin pê biştexilin. Heke ez nebiwama ji zû ve te û milletê te we zimanê xwe winda bikirana. Ji xwe çend caran, ma dil nekirine zimanê we jêkin. Zimanê we berî hezar salan zimanê dirê, zimanê hukûmetê bû. Ji hingê ve pê diberizin, hezar carî pê ketin. Hercar ez li ber we sekinîm û min zimanê te parast, lê ne qelema te. Heke ji min ne bawer î li dora xwe fedikire, tu wê bibînî ko herçî ji min dûr mane, hatine ketine bajaran zimanê xwe winda kirine û îro nedizanin bêjin “lo!” ne jî “lê!” Ji ber ko peyayên bêçek wek mirovên bê neynok in, kêç jî bi wan dikarin. Ji lewra ezbenî qedrê min bizane, ji min dûr mekeve, min ji xwe dûr meêxe û bi min ne qelema xwe lê parsuwên dijminên xwe jêke!.